Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî 2021-01-25 09:11:15 STENBOL – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku ji salên 1990’î ve di bûyerên revandinê de ternê reng û marqeyên wesayîtan guheriye û xwest ku li dijî bûyerên revandinê refleksên civakê bên bipêşxistin.  Ciwanê bi navê Gokhan Guneş di 20’ê çileyê de dema ku ji mala xwe ya li Îkîteliyê derket û xwest li otobusê siwar bibe û biçe navçeya Başakşehîrê ji aliyê kesên kut ê angaştkirin polis in ve hat revandin. Li gel ku dîmenên vê kêliyê hene jî ji 20’ê çileyê ve agahî ji Guneş nayê girtin. Di salên 1990’î de jî bi heman rengî bi hezaran kes hatibûn revandin û windakirin. Ji Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an ve 32 kes hatine revandin. Ji van kesên hatine revandin hê jî agahî ji Sûnay Elmas, Ayhan Oran, Yûsûf Bîlge Tûnç, Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît û Gokhan Guneş nayê girtin.    Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû kut imik van bûyerên revandinê tîne rojevê û dibe rojeva meclisê, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku rewşa heyî kurteya hiqûqê ya li Tirkiyeyê ye.   TOROSÊN SPÎ   Omer Gergerlîoglû, diyar kir bûyerên ku pêk tên ji ber valahiya hiqûq û demokrasiyê pêk tên û dibe sedem ku mafên gelek mirovan bên binpêkirin û wiha got: “Em bûne welatekî antî-demokratîk. Di dewleta polis de tiştên wiha derveyî hiqûqê çêdibin. Qaşo dadgeh hene lê beyî ku bên binçavkirin mirov tên revandin. Ev hemû di salên 1990’î de gelek çêbûn. Dewlet ji bo tepisandina pirsgirêka kurd serî li van rêyên îllegal da.  Bi van rêyên îllegal Torosên Spî ketin bin hişê mirovan. Dema ku Torosên Spî tên gotin ne marqeya wesayîtan windakirina mirovan tê hiş.”   VEGERIYAN SALÊN 1990’Î   Gergerlîoglû, daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû ku di sala 2015’an deme serokwezîrtiya xwe li Wanê gotibû, ‘Wê li van deran çeteyên terorê bigerin, Torosên Spî bigerin’ bi bîr xist û ev tiş got: “Weke serokwezîrekî bi axaftina xwe Torosên Spî qebûl kiribû. Piştî hewldana darbeye, bi îlankirina Rewşa Awarte re veriyan salên 1990’î. Niha bi temamî vegeriyane salên 1990’î. Em dîsa bûyerên berê dijîn. Li şûna binçavkirinan serî li revandinê tê dayîn. Ji bo zêde di bin çavan de bihêlin û îttîrazê ji holê bidin alî serî li vê rêbaza tirsandina civakê tê dayîn.”   ‘XWE BIGIHÎNIN QEYDAN’   Di berdewamê de Gergerlîoglû, da zanîn ku  bûyerên ku bi dîmenan dikarin di 5 deqeyan de bên tespîtkirin nayên lêkolînkirin û axaftina xwe wiha domand: “Rayedara jî daxuyanî nadin. Ji ber ku difikirin hin hêzên veşarî yên dewletê vê dikin eleqedar nabin. Di mînaka Guneş de jî wisa kirin. Li hemberî kesên revandin na li hemberî kesên dîmen dan lêpirsîn dan destpêkirin. Dixwazin kesên hatine revandin neyên dîtin. Lewre divê malbat ewil xwe bigihînin qeydên qamerayan û serlêdanên xwe yên navneteweyî bikin.”     RENG Û MARQE GUHERÎN   Gergerlîoglû, da zanîn ku di bûyerên revandinê de ji salên 1990’î cuda reng û marqeyên wesayîtan hatine guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li saziyên dewletê ne tenê bûyerên revandin di heman demê de bûyerên lêgerîna tazî, îşkence û derpkirin jî hene. Bi rêbazên ku di dewleta hiqûqê de tunene mafê jiyanê yên mirovan ji wan wan tê girtin. Ev jî di civakê de dibin sedema birînên travmatîk. Herkes ketiye pey ên nêzî xwe. Dema ku di salên 1990’î de ev dihatin serê kurdan deng ji kesî dernediket û Torosên Spî ne xema kesî bûn. Divê herkes li xwe bigire û reflekseke hevpar bi pêş bixe.”    MA / Nacî Kaya