Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn 2021-01-22 13:11:11   STENBOL - TGS’ê di salvegera mirina Ûgûr Mûmcû ya 28’emîn de bi bîr anî û diyar kir ku rojnamegerên di riya heqîqetê de rojnamegeriyê dikin, wê tu carî naqedin.   Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), rojnameger, lêkolîner û nivîskar Ûgûr Mûmcû ku beriya 28 salan bi sûîkastekê hatibû qetilkirin, li pêş Bîrdariya Ûgûr Mûmcû ya li Harbiyeyê bi bîr anî. Gelek rojnameger beşdarî bernameya bîranînê bûn. Di biranînê de wêneyên Mûmcû û qûrnefîlên sor hatin hilgirtin.   ‘EM JI HEQÎQETÊ NA VEGERIN’   Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş ewilî axivî. Dûrmûş, diyar kir ku dest ji şopa Mûmcû ya rojnamegeriyê bernadin û da zanîn ku kesên ku heqîqetê dinivîsin hene. Dûrmûş, qala astengiyên li pêş rojnamegeran ên li Tirkiyeyê kir û wiha axivî: “Li vî welatî rojnameger hatin qetilkirin. Belkû îro nayên qetilkirin lê xebatên wan ên rojnamegeriyê tên astengkirin. Nivîsandina wan a heqîqetê tê astengkirin. Li gel her tiştî jî em ê rastiyan binivîsin û em paşve gav na avêjin.   ‘PÊNÛSÊ WÎ NAKEVE ERDÎ’   Pişt re Derhênerê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Aykût Kuçukkaya jî, diyar kir ku rojnamegerî karekî bi rûmet e û wiha got: “Em ê pênûsê Mûmcû li erdê nehêlin, bi rik binivîsin û em ê xwedî derketina wî bidomînin.”   Girseyê piştî axaftinan qûrnefîlên sor danîn li pêş Bîrdariya Mûmcû.