‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’ 2021-01-22 11:44:17   STENBOL - Gelek Rêxistinên Civakî yên Sivîl, diyar kirin ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ji bêdengiya desthilatê cesaretê digire, gef û heqareta dike û dan zanîn ku berpirsiyarên êrişan desthilatî ye.   Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilatêbaşûr û Rojhilat (DGD), Hewldana Welatiyan û Hewldana Li Dijî Sûcên Ramanê têkildarî gef û heqaretên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li dijî rojnameger û nivîskaran, daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bertek nîşanî Bahçelî dan.   ‘BÊDENGIYA AKP’Ê BAHÇELÎ BI CESARET DIKE’   Di daxuyaniya ku bi serenavê “Devlet Bahçelî gef û heqaretên xwe didomîne” hat weşandin de, hat diyar kirin ku Bahçelî îxbar kirin û hedef nîşandana xwe didomîne û ev tişt hatin gotin: “Herî dawî rojnameger û nivîskarên weke Elîf Çakir, Taha Akyol, Yildiray Ogûr, Ayşenûr Aslan jî ji heqaretên Bahçelî û şewirmendê wî yê çapemeniyê para xwe girtin. Bêdengiya hevkarê mezin ê Tifaqa Cimhûr AKP û Serokkomar Erdogan a derbarê mijarê de Bahçelî û mensûbên rêxistina wî bi cesaret dikin. Di encamê van hedef nîşandan û heqaretan de êrîşên li siyasetmedar, xebatkarên medya û welatiyên mûxalîf hatin kirin zêde bûn. Berpirsiyarê vê ne tenê rêveberiya jor a MHP’ê ye, di serî de Wezareta Karên Hûndir û hemû desthilatî ye. Em dixwazin vê yekê bi bîr bixin.”