Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû 2021-01-22 10:13:06 COLEMÊRG - Hevşaredarê Gevegerê Îrfan Sari yê ji peywirê hat dûrxistin, diyar kir ku deynê rêveberiya qeyûm nêzî milyarekê bû û got: “Ji vir û şûnde ne pêkane ku şaredariya me bi jêderkên xwe yên heyî, karibe xwe komî ser hev bike.”     Wezareta Karên Hûndir, di 18’ê Cotmeha 2019’an de, cara duyemîn qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Gever a Colemêrgê kir. Her roja diçe deynê şaredariya zêdetir dibe. Di dema qeyûmê yekemîn de, şaredarî bi 680 mîlyon TL hatibû deyndarkirin. Niha jî deynê şaredariyê nêzî milyarekê bûye. Lê ligel vê yekê jî, hîna pirsgirêkên rê û avê yên li navçeyê dewam dikin. Maliyeta gelek xebatên din jî, ji aliyê saziyên dewletê ve tên pêşwazîkirin.    Hevşaredarê Gevegerê  Îrfan Sari yê qeyûm tayînî cihê wî hat  kirin û ji peywirê hatibû girtin, derbarê deyn û pirsgirêkên şaredariyê de axivî.   QASEYEK VALE    Sari, diyar kir ku dema wan şaredarî qezenc kirin, bi qaseyek virtûvala re rûbirû man û wiha got: “Di lêkolîn me kirin de, me dît ku qeyûm bi Banqeya Îllerê re protokol îmzekiriye. Em hîn bûn ku li gorî protokolê, Banqeya Îllerê ji sedî sed pereye ji bo şaredariyê tê şandin, dikare dest dane ser vê pereyî. Di dema qeyûmê yekemîn de, şaredarî ji bo gelek esnaf û şirketan deyndar hatibû hiştin. Bi zanebûn ev yek kiribûn. Ji ber ku dizanîbûn wê HDP şaredariyê qezenc bike. Em tenê 6 mehan li ser peywirê man. Qeymeqamtiyê ji bo kar û xebatên me gelek astengî derxistin. Lê dîsan jî me hewl da me pirsgirêkên gel çareser bikin.”   ŞAREDARÎ NIKARE XWE KOM BIKE   Sari, da zanîn ku gelek projeyên wan di nîvî de man û wiha bilêv kir: “Piştî vî deynî ne pêkane ku şaredarî ji vir û şûnde bi jêderkên xwe yên heyî, karibe xwe komî ser hev bike. Di dema qeyûmê duyemîn de, dest pê kê şaredarî veguherandin qereqolê. Ji ber vê mirovan nekarin biçin şaredariyê. Qeyûm tayînî hemû miduriyetên şaredariyê kirin. Karkerên şaredariyê ji kar avêtin. Van hemûyan bandoreke mezin li şaredariyê û gel kir. Ev jî bûyer sedem ku şaredarî nekare kar bike.”