Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-01-22 09:54:35   STENBOL - Polîsan duh li navçeya Kadikoyê mudaxaleyî çalakiya piştevaniyê ya greva birçîbûnê kiribûn û 8 kes binçav kiribûn. 8 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi dawî bibe dan destpêkirin, duh li pêş avahiya HDP’ê ya navçeya Kadikoyê daxuyanî da. Polîsan mudaxaleyî daxuyaniyê kiribûn û 8 kes binçavkiribûn. 8 kesên ku biribûn Qerekola Rihtim a Kadikoyê, piştî îfadeyên wan hatin girtin, di derengiya şevê de hatin berdan.