Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin 2021-01-22 09:10:16 KOCAELÎ - Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, anî ziman ku hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tiştek naqewime jiyana xwe didomînin û ji bo grevên birçîbûnê jî got: "Her kes divê bi hesas nêz bibe. Ji destan çi tê divê bike, ji bo bidawîna vê zilmê."  Li Tirkiyeyê bi belavbûna şewba Covîd-19'ê re zext û zoriyên li girtîgehan jî zêde bûn. Herî dawî girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê yê bêdem û dorveger kir û çalakiya wan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didome.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan nirxand.    JI FABRÎKEYAN BÊTIR GIRTÎGEH    Gergerlîoglû, anî ziman ku di 5 salên dawî de li dor 200'î girtîgeh hatine çêkirin û hîn jî tên çêkirin. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku li welêt ji fabrîkeyan bêtir girtîgeh tên avakirin.    Gergerlîoglû, bal kişand ser şert û mercên fizîkî yên li girtîgehan jî û destnîşan kir ku şert û mercên li girtîgehan pir xirab in û di girtîgehan de di ser kapasîteyê re girtî hene û ev yek di serî de mafê tenduristiyê dibe sedema gelek binpêkirinên mafan.    PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN    Gergerlîoglû, diyar kir ku piştî şewb belav bûye pirsgirêkên li girtîgehan jî zêde bûne û got: "Girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji ber qawîşên karantînayê naçin nexweşxaneyê. Niha li girtîgehan çend girtî bi şewba Covîd-19'ê ketine an jî çend heb jê ji ber vê mirine, em nizanin. Wezaret ji meha Hezîranê heya niha tu daxuyanî nedaye. Piştî ku malbatên girtiyan serî li me didin, em aşkere dikin. Wezareteke ku endîşeyên malbatan û girtiyan zêde dike heye. Têkoşîna li hemberî şewbê bi bêperwatiyeke werê didome."    GIRTIYÊN NEXWEŞ LI BER MIRINÊ NE    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku girtiyên nexweş nikarin ji bo taloqkirina înfazê raporan wergirin û gava werdigirin jî di warê pêkanînê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Gergerlîoglû got: "Dadgeh raporan qebûl nakin. Madem ê raporê saziyên tenduristiyê qebûl nekin û wê biryara dawî ya dadgehê be, nexwe bila ew bide. Bila girtî beleheq belesebeb neçe nexweşxaneyê. Girtiyên nexweş an li ber mirinê ne yan jî bi darbestê ji girtîgehê derdikevin."    GIRTIYÊN DUCANΠ   Gergerlîoglû, bal kişand ser girtiyên jin ên ducanî yan jî zarokên wan hene û got: "Ev jin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Wezaret bi taybetî hejmara pitikên di girtîgehan de aşkere nake. Ev dever, ne li gor zarokan e. Ji bo girtiyên bi vî rengî divê rejîmeke înfazê ya cuda hebe. Lê mixabin îqtidar bi heman mêjiyî dewam dike. Li hemberî girtiyên siyasî helwesteke wan a pir cuda heye. Gava em li meclîsê vê yekê tînin ziman, hin wekîl dibêjin 'tu mafê dijminan diparêzî.'"    LÊGERÎNA TAZΠ   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku li girtîgehan muameleyên xirab, derbkirin, lêgerîna tazî û jimariya li ser pêyan tê ferzkirin û got: "Bi jimariya şipyakî dixwazin girtiyên siyasî terbiye bikin. Gava girtî li ber vê radibin, wan dibin deverên kamera lê tune ne û li wan dixin. Li girtîgehan rastiyeke wekî lêgerîna tazî heye, lê dewlet dixwaze ser vê yekê bigire. Em jî bi israra dibêjin tiştekî werê heye. Gelek jinan ji bo vê serî li meda da. Mînakine wekî di dema adetê de kontrolkirina pedê, lêgerîna li nav potikên zarokan hwd. hene. Ev yek li hemberî xizmên girtiyan jî wekî amûreke binpêkirina rûmetê û zextê tê bikaranîn."    HEYETÊN SIVÎL    Gergerlîoglû, bilêv kir ku gava raporên binpêkirinên mafan tînin meclîsê jî tiştek pir naguhere û got: "Lewma divê heyetên sivîl bi rihetî karibin biçin girtîgehan. Her wiha divê raporên meclîsê esas bên girtin û bêyî zext û zorî li girtîgehan hin guherîn çêbibin."    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku heya niha nêzî 2 hezar pêşniyazpirs berpêşî Wezareta Dadê kiriye, lê belê piraniya wan nehatine bersivandin.    XETERE ZÊDE BÛ    Gergerlîoglû, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "Girtî berê jî ketibûn greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê hatibû sistkirin. Lê belê dewletê civakê xapand. Greva birçîbûnê qediya, hevdîtin jî xweşikî nehatin kirin. Lewma cardin grevên birçîbûnê dest pê kirin. Lê belê ya niha, di dema şewbê de ye û xetere ye. Hêvîdar im îqtidar dawî li polîtîkayên xwe yên tecrîda di nav tecrîdê de bîne. Di meseleya kurd de ji bo diyalogê gavina bavêje."    'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Mudaxilbûna Ocalan a nav pêvajoyê, di warê aştî û bidawîbûna pirsgirêkên mafên mirovan de dê gaveke pir girîng be. Ev tişt di dema pêvajoya çareseriyê de hatin kirin. Mirov nemirin. Lewma bidawîbûna tecrîdê, axaftina wî û gavavêtina wî di çareserkirina meseleya kurd de xisûseke girîng e. Dewlet, bi awayekî bêrehm û xirab tecrîdê lis er tecrîdê dike."    Gergerlîoglû, ji bo parastina mafên girtiyan jî got: "Ez, hemû daxwazên ku ji girtîgehan tên bilêv dikim. Welatî divê derbarê girtîgehan de hesas bin. Divê empatiyê bikin. Li girtîgehan pirsgirêkên mezin hene, lê belê hin mirov wekî ku li girtîgehan tiştek nabe jiyana xwe didomînin. Her kes divê bi hesas nêz bibe. Ji destan çi tê divê bike, ji bo bidawîbûna vê zilmê."    MA / Kadîr Guney