Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê 2021-01-22 09:09:42   STENBOL - Prof. Dr. Îzettîn Onder, ji bo rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin got: "AKP, ketiye nav lêgerîna kadrobûyîneke îhvanî." Her wiha Onder, anî ziman ku Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê.    Piştî ku Melîh Bûlû yê AKP'î tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin, xwendekaran li gelek bajaran ew protesto kirin. Piştî bê tê şîrovekirin ku AKP gav bi gav rejîma qeyûmî bi keys dike. Prof. Dr. Îzettîn Onder çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û tayinkirina rektor nirxand. Onder, destnîşan kir ku AKP, ketiye nav lêgerîna kadrobûyîneke îhvanî. -   Onder ji bo çalakiyên xwendekaran anî ziman ku "xwezî îtirazeke giştî hebûna" û got: "Berteka Bogazîçiyê girtîng e, lê xwezî li tevahiya zanîngehan û di hemû bûyeran de dubare bikirana. Xwezî tenê ne Bogazîçiyê, tevahiya cîhana akademiyê di serî de nerazîbûna xwe nîşanî şaşiyên tên kirin bidana."    Onder, diyar kir ku AKP hîn jî di nav paranoyaya protestoyên Parka Geziyê de ye û bi vê paranoyayê nêzî protestoyên xwendekarên Bogazîçiyê bûye û mudaxileyî wan kiriye.    NÊÇÎRA DENGAN    Onder, bal kişand ser gotina Erdogan ku ji xwendekaran re gotibû "terorîst" û got: "Gotineke pir kirêt e. Xwezî rayedarên payebilind, sifetê wan çi dibe bila bibe, bigotana 'niha di asta lêkolînê de ye' an jî bigotana 'ciwanan bertekên xwe nîşandan.' Lê mixabin ev li tu derî nayê kirin. Bi vî awayî berberîbûnê dixin nav civakê. Bi mantiqa 'ez paş de gav navêjim' dixwazin dengên xwe zêde bikin."    RANT    Onder, destnîşan kir ku tê gotin dê cihê Zanîngeha Bogazîçiyê bê guherandin û wê dest deynin ser wir û got: "Cihê Bogazîçiyê pir hêja ye. Mesela, vê yekê li Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê kirin. Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê qesreke dema osmaniyan e. Zanîngehê birin cihekî din. Dû re dest danîn ser wir. WÊ karibin ji bo Bogaziçiyê jî wisa bikin? Bawer nakim, lê li Tirkiyeyê her tişt dibe. Ew der, deverine ku ranta wan zêde ye. Ev wekî gotegotekê digere."    KADROBÛYÎN ÎHVANΠ   Onder, destnîşan kir ku dê mudaxileyên îqtidarê bandoreke pri nebaş li cîhana akademiyê bike û armanca van mudaxileyan kadorbûyîna li zanîngehan e. Onder, îxrackirinên ku piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmehê bibîr xistin û got: "Îqtidar niha dixwaze cîhana akademiyê têxe bin nîrê xwe. Ji bo vê jî mêjiyekî îhvanî, mihafezekar û dînvanî diafirîne. Nabêjim, dîndar. Ji lewra tu meseleyeke me bi dîndaran re tune ye. Ev bi kêrî sermayeyê jî tê. Çimkî ev pergal, pergaleke ku serîrakirina karkeran, pêşîlêgirtine ji ber biberkirina kedxwariyê asteng dike. Pergaleke ku dixwaze karker serî bitewînin û etslîm bibin. Û dixwaze bi cemaetan ciwanan ü cıvakö töxe bın bandora xwe."    PERGALA MONARŞIYÊ    Onder, destnîşan kir ku her diçe feraseta rêvebirina bi qeyûman belav dibe û got: "Hêza wê têra Şaredariya Stenbolê nekir. Lê dibe ku derbarê şaredariyan de qanûnên bi vî rengî çêbike. Heta ku AKP hebe, dê tiştên bi vî rengî çêbibin. Ji lewra mantiq, mantiqa rêveberiya navendî ye. Gava çûn Lîbyayê, Sûriye û Azerbêcan, biryar li navendê hatin girtin. Tenê ne derbarê Bogazîçî û gelê kurd de, tê xwestin her tişt li navendê bê birêvebirin. Tirkiye ne demokrasî, ber veguheriye pergala monarşiyê. Ev jî pergala rêvebiriya yekzilamî ye. Berê mîrtiyên feodal hebûn. Erd ê wan bûn, çekdarên wan hebûn, gava dozek hebûna diçûn cem axa. Axa, daraz bû di heman demê de. Axa, dikaribû qanûnan çêbike. Qanûnçêkirin, rêvebirî, daraz di destê axa de bûn. Milk ê axa bû. Em jî niha ber bi wî ve diçin. Yanî qanûnçêkirin, rêvebirin û daraz di destê yekî de ne, jixwe wezîr tune ne. Lewma di nav vê meseleyê de zanîngeh mijareke biçûk in. Bi ya min sibê dusibe dê ji bo şîrketên mezin bibêjin 'ev AKP'î ye yan na?' û wê mudaxileyî wan bikin."    MA / Îdrîs Sayilgan