Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin 2021-01-22 09:08:21 ENQERE - Pisporê Tenduristiya Gel Mûzaffer Eskîocak, anî ziman ku li dijî şewba Covîd-19 ji bo ku îmunîteya civakê çêbibe, divê zêdetirî ji sedî 90'ê mirovan bên derzîkirin.  Tirkiyeyê 3 milyon derziyên ji bo şewba Covîd-19'ê ji Çînê anîbûn. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku heya niha ji milyonekê zêdetir kes derzî kirine. Lê belê tê nîqaşkirin ku ji bo îmunîteya civakê çêbibe, dê pêvajoyeke çawa bê birêvebirin? Pisporê Tenduristiya Gel Prof. Dr. Mûzaffer Eskîocak, tiştên ku divê ji bo îmunîteya civakê bên kirin nirxandin.    DIVÊ DESTÛRA FIROTINA DERZIYAN NEYÊ DAYÎN    Eskîocak, bal kişand ser girîngiya curbicuriya çavkaniyên peydakirina derziyan û got: "Curbicuriya çavkaniyan hem di warê hejmarî hem jî di warê guncanî-neguncaniya gengaz de û di warê tercîhkirinê de girîng e. Lê peydakirina derziyên cuda, divê bi nirxandinên tibî be. Lewma divê di van şert û mercan de destûr neyê dayîn ku derzî di piyaseya serbest de bên firotin."    DIVÊ JI SEDÎ 90 BÊ DERZÎKIRIN    Eskîocak, destnîşan kir ku derzî mirovan ji nexweşînê diparêze û got: "Her ku hejmara kesên derzîkirî zêde bibin, wê belavbûna şewba Covîd-19'ê jî kêm bibe. Bi vî awayî derzîkirin hem dê kesên hatine derzîkirin biparêe hem jî dê kesên nehatine derzîkirin biparêze. Ji bo vê rewşa piştevaniyê ya bi rêya derzîkirinê re Îmunîteya Civakê tê gotin. Civak, li hember belavbûna nexweşînê li ber xwe dide. Ji bo ev yek pêk bê divê li tevahiya erdnîgariyê (bajar, navçe, tax, gund) zêdetirî ji sedî 90'ê kesên ji ber nexweşînê hesa bên derzîkirin."    Eskîocak, anî ziman ku wî jî dozek li xwe xistiye û got: "Helbet dixwazim, kesên ku dor hatibe wan bên derzîkirin."    KESÊN BÊN DERZÎKIRINÊ DIVÊ HAY JI ÇI HEBIN?    Eskîocak, destnîşan kir ku pêvajoya derzîkirinê divê bi awayekî piştevaniyî bê birêvebirin û got: "Kesên hatibin derzîkirin an jî yên nehatibin derzîkirin, her kes; li gor derfetan divê li mal be û divê mesafeya wan a bi mirovan re 2 metre be, kes bi destê kesî negire û maskeyê bi kar bîne. Derzî dê du doz bên kirin. Dê parastin piştî doza duyem bi 15-20 rojan dest pê bike. Lê divê tevdîrên ku me behs kirin esas bên girtin."    Eskîocak, bal kişand ser bandorên deradetî yên derzîkirin jî û got: "Heger bandoreke deradetî rû bide, divê serî li yekeya tenduristiyê ya ku derzî li wan xistiye bidin. Divê serî li bijîşk an jî bijîşkê malbatê bidin. Ji xeynî vê divê zanîngeh jî di vî warî de lêkolînan bikin."    MA / Zemo Aggoz