Li Wanê bajarîbûna çelexwarî 2021-01-22 09:07:56 WAN - Serokê Odeya Avahîsazn a Şaxa Wanê Bariş Kartal, destnîşan kir ku zêdebûna nifûsê dibe sedema bajarîbûyîna çelexwarî û got: "Pêşî avahî tê çêkirin, dû re pergala binerdî tê çêkirin. Ev jî qelsiya şaredariyan dide der."  Ji ber polîtîkayên şaş ên rêveberiyên xwecihî, ji ber rant, koçberiyeke serobero, zêdebûna nifûsê, bajarîbûyîneke bêplan û pergaleke qels a binerdî bajarîbûyena çelexwarî dorfirehtir dibe. Yek ji van bajaran jî wan e. Di navbera salên 1990-2000'î de ji ber valakirina gundan gelek kes koçî navenda Wanê kirin. Ji ber vê nifûsa bajêr ku di sala 1990'î de 637 hezar û 433 bû, di nav 10 salan de bû 877 hezar û 524. Di sala 2020'an de jî bûye milyon û 136 hezar û 757.    Serokê Odeya Avahîsazn a Şaxa Wanê Bariş Kartal, sedemên bajarîbûna çelexwarî rêz kirin û tiştên ku divê li hemberî vê bên kirin gotin.    SEDEMA HERÎ MEZIN KOÇBERÎ YE    Kartal, destnîşan kir ku bajarîbûna çelexwarî li gelek deverên cîhanê rû dide û ev hem ji ber rewşa aborî hem jî ji ber berhêlîkirinên civakî ye. Kartal got: "Xaleke ku bajarîbûna çelexwarî xuyangtir dike jî nifûs e. Bi zêdebûna nifûsê re plan qîm nakin. Ji ber zêdebûna koçberiyê, bajarîbûna çelexwarî rû dide. Mirov hêwirgehên xwe bêyî ku li gor venihêraneke an jî bêyî ku di warê teknîkî de piştgiriyê bigirin ava dikin. Ev jî dibe sedema bajarîbûna çelexwarî."    KÊMASIYÊN ŞAREDARIYAN    Kartal, diyar kir ku her hikûmeta dibe îqtidar û her rêvebiriyên xwecihî li gor xwe planeke îmarê çêdikin û got: "Asas pêşî plansazî tê çêkirin, dû re bajarîbûn çêdibe. Lê niha bajarîbûn, daye dû palnsaziyê. Pêşî divê pergala bienrdî û rê bên çêkirin û dû re îmarê têkeve dewrê, lê li welatê me tersa vê dibe. Pêşî avahî tên çêkirin, dû re pergala binerdî tê çêkirin. Ev jî qelsiya şaredariyan nîşan dide."    Kartal, destnîşan kir ku qeyûmên ku du serdemên hatine tayinkirin jî bûne sedema bajarîbûna çelexwarî.    SEDEMÊN SIYASΠ   Kartal, bibîr xist ku di salên 90'î de bi sedan kes koçber bûne û ji bêgavî hatine li wanê bi cih bûne û ev ji ber sedemên siyasî çêbûye. Kartal got: "Kes naxwaze ji warê xwe bibe. Mirovên hatin Wanê ji bo bihêwirin, şevnişîn an jî avahiyên qaçax çêkirin. ev her du jî taybetiya herî sereke ya bajarîbûna çelexwarî ye. Ev yek li hin taxan çêbû. Dû re gava ji bo pêdiviyên xwe peyda bikin hatin navenda bajêr, planên hatin kirin qîm nekirin. Ev plan li gor nifûseke diyarkirî tê hesêbkirin. Lê hingî mirovn koç kir, êdî plan qîm nekirin."    BAJARÎBÛNA LI SER ASASÊ RANTÊ    Kartal, anî ziman ku Wan di erdheja 2011'an de têgiha veguherîna bajêr nas kiriye û di 10 salên dawî de nexasim jî piştî avahiyên ku ji ber erdhejê hilweşiyan, veguherîna bajêr dest pê kir. Kartal, bilêv kir ku bi veguherîneke bajarbûnî ya li ser asasê rantê re rû bi rû ne û got: "Qanûna veguherîna bajarîbûnê û rêziknameya wê gelek caran hat guherandin. Wekî bajarên mezin li Wanê jî veguherîneke bajarîbûnê ya li ser asasê rantê dest pê kir. Avahiyên li ser eraziyên biçûk hatine çêkirin, giş li ser asasên rantê hatine çêkirin."    MESELEYA QADA HÊŞÎN    Kartal, anî ziman ku gelek şaredarî ji bo meseleya bajarîbûnê hel bikin erseyên nû xistine ber îmarê û got: "Li Wanê em di vî warî de bi ser neketin. Me rêyên nû û deverên nû hilneberand. Wan di navbera du kolanan de asê maye. Gelek parsêlên bajêr, parsêlên kadastroyê ne û giş jî biçûk in. Îjar ji ber ku biçûk in, avahiyên li qeraxên kolanan giş bi hev vene. Park, qadên hêşîn tune ne ku mirov zarokên xwe bibin wan."    DAXWAZ    Karatl ji bo pêşîlêgirtina bajarîbûna çelexwarî hin pêşniyar jî kirin: "Em odeyên pîşeyan dixwazin ku di hevdîtinên me yên bi rêveberiyên xwecihî de pêşî pêşniyarên me esas bên girtin. Li bajarê me gelek texrîbat tên kirin. Planên tên çêkirin divê zelaltir bin û bi piştgiriyeke teknîkî pêk bên. Her wiha ji ber sedemên wekî koçberiyê pirsgirêkên di warê gihanî û pergala binerdî de rû didin. Divê ev bên çareserkirin."    MA / Tolga Guney - Melek Şahîn