‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye' 2021-01-22 09:07:02 ÎZMÎR - Endamên Piştevaniya Zanîngehê ya Îzmîrê, nerazîbûna xwe ya ji bo zext û zoriyên li zanîngehan û tayinkirina rektorên qeyûm anîn ziman û destnîşan kirin ku projeya rektorê qeyûmê dijî aqil û agahiyê ye, feraseta dîktayê ye.  Li gelek bajaran xwendekaran piştgiriyeke mezin dan berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayinkirina rektorê qeyûm. Xwendekarên zanîngehê bi dirûşmeya "bi kelecana Bogazîçiyê" Piştevaniya Zanîngehê ya Îzmîrê ava kirin. Endamên piştevaniyê Pinar Ûsta û Zehra Akbiyikê, pirsgirêkên li zanîngehan rû didin, zext û zorî û tayinkirina rektorên qeyûm nirxandin.    Xwendekara Beşa Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Egeyê Pinar Ûsta, anî ziman ku Piştevaniya Zanîngeha ya Îzmîrê ji ber pirsgirêkên tayinkirina rektorên qeyûm û zext û zoriyên ku xwendekar bi wan re rû bi rû dimînin hatiye avakirin. Ûsta, bilêv kir ki civatên xwendekaran û konseyên zanîngehan bi zext û zoriyên rêvebirên zanîngehan ên li gor xweseriya zanîngehan tevnagerin re rû bi rû ne.    ‘FERASETA DÎKTAYÊ Y'    Ûsta, bal kişand ser berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û got: "Li piraniya zanîngehan pêkanînên antî demokratîk, ferasetên rêveberiyên antî-zanist pirsgirêkên herî girîng ên xwendekaran e. Ev yek bandor li perwerdehiya onlayn jî kir. Projeya rektorê qeyûm di asasê xwe de feraseta dijî aqil û agahiyê ye, feraseta dîktayê ye. Ev dîkta, akademîsyenan îxrac kir û dixwaze kadroyên rêveberiyê ber bi xwe ve bikişîne."    Ûsta, destnîşan kir ku êdî li kampusan xwendekaran nikarin biaxivin û nikarin çalakiyan li dar bixein.    ZANÎNGEHA HATINE DORPÊÇKIRIN    Ûsta, bilêv kir ku diviyabû zanîngeh ji bo xwendekaran qadên jiyanê bûna, lê belê niha hatine dorpêçkirin. Ûsta got: "Di çalakiyan de polîs zanîngehê dorpêç dikin. Ev êrîşeke li ser qada zanistî. Em dixwazin ev pêkanînên antî zanistî bên rakirin. Em dixwazin rektor bi hilbijartinê bên ser kar. Em Piştevaniya Zanîngehê ya Îzmîrê dibêjin, wê zanîngeh azad bibin."    DENGEKE LI DIJÎ PÊKANÎNÊN ANTΠ   Xwendekara Beşa Endezyariya Nivîsbariyê ya Zanîngeha Yaşarê Zehra Akbiyik jî destnîşan kir ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayinkirina rektorê qeyûm li Îzmîrê li hev kom bûne û ji bo di çareserkirina pirsgirêkên zanîngehan de bi hev re bitêkoşin piştevanî ava kirine û li dor vê piştevaniyê hatine cem hev du.    EM Ê PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN    Akbiyik, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rektorên qeyûm tayinî du zanîngehên mezin ên Îzmîrê jî hatine kirin; Zanîngeha Egeyê û Zanîngeha Dokûz Eylulê. Akbiyik got: "Em ê li dijî pirsgirêkên li zanîngehan têkoşînê û piştevaniyê xurt bikin."    MA / Sevda Aydin