Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar 2021-01-20 16:45:36   MÛGLA - Meclîsa HDK’ê ya Mûglayê, têkildarî “Pêngava li dijî qeyrana kapîtalîzmê, têkoşîna hevpar a gelan” ku navenda wan da destpêkirin bang kir.   Di çarçoveya “Pêngava li dijî qeyrana kapîtalîzmê, têkoşîna hevpar a gelan” ku di cotmeha 2020’an ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat destpêkirin, li Mûglayê bang hat kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Meclîsa HDK’ê ya Mûglayê ve li Ataparka navçeya Mîlas a Mûglayê hat kirin de rêveberên HDP’ê jî beşdar bûn. Endamê Meclîsa HDK'ê Muzaffer Polat daxuyanî xwend.    ‘DIVÊ CIVAK JI DAXWAZÊN GIRTIYAN RE HESTIYAR BE’   Polat, diyar kir ku qeyrana li welat bi qeyranên aborî, siyasî, têkiliyên navnetewî û qadên civakî kûrtir bûye û wiha got: “Bi sedî 55 rûhsat dayîna madenên Mûglayê, daristan û qadên me yên arkeolojik tên tarûmar kirin, ji bo pêwistiya komir a santralên termik gund tên valakirin û qadên jiyana mirovan ji holê tên rakirin. Qadên çandiniyê tên têk birin, beravên me bi înşaetan hatin dagirkirin û ekosîstema behrê tê xerabkirin.” Polat, bi bîr xist ku girtiyên siyasî li dijî tecrîdê 55 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne û xwest ku civak ji daxwazên girtiyan re bi hestiyar tevbigere.    ‘EM JIYANA NÛ AVA BIKIN’   Polat, da zanîn ku HDK bi pêşniyaza jiyana nû, ji bo hemû mirovahiyê vebijêrkekê pêşkeş dike. Polat, bal kişand ser pêngava ku nû dane destpêkirin û wiha axivî: “Ev pêngav, pêngava têkoşîna bênavber û domdar e. Banga me li hemû hêzên demokrasiyê heye. Çareseriya me heye, werin em bi hev re bi têkoşîna hevpar re jiyana nû ava bikin.”