Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin 2021-01-20 14:43:58 AMED – Operasyona leşkerî ku di 9’ê çileyê de li navçeya Licê dest pê kiribû didome û hat diyarkirin ku li herêma operasyonê deriyên malên van ji aliyê leşkeran ve tê şikandin û li malan lêgerîn tê kirin.    Operasyona ku di 9’ê çileyê de li gundê Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişrefê yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, didome. Di roja destpêkê ya operasyonê de di navbera HPG’î û leşkeran de şer derketibû û leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. Di rojên piştî operasyonê de leşkeran bi ser gelek gundan girtibûn û 8 kes binçav kiribûn. Piştre ev her heşt kes bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.    OPERASYON DIDOME    Duh jî li navenda navçeyê û li gundên herêma ku operasyonê lê didome leşkeran bi ser malan de girtibûn û herî kêm 35 kesan binçav kiribûn. Kesên hatibûn binçavkirin, li Qereqola Cendirmeyan a Licê tên girtin. Nehat hînbûn ku her sîh û pênç bi çi tên sûcdarkirin.    DERIYÊN MALAN DIŞIKÎNIN   Hat diyarkirin ku li gundên herêma operasyonê leşker serdegirtinên xwe yên malan didomînin û deriyên malên vala ku havînê xwediyên wan bi kar tînin dişikînin û di wan de lêgerînan pêk tînin.    WEZARET: OPERASYON HAT DESTPÊKIRIN   Wezareta Karên Hundir jî ragihand ku îro bi beşdariya 116 tîmên operatîv û 2 hezar û 24 personelan bi navê “Operasyona Licê ya Eren-2” dest pê kiriye.