Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin 2021-01-20 14:08:07 AMED - Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin, bi rêya dîyalogê bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin, banga li rayedaran kir. Li Şirnexê jî bi heman armancê daxunî hat dayîn.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike, li girtîgehan hat destpêkirin de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyan, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, aktivîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), MEDYA-DER’ê, TUAY-DER’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê, bi hezaran girtî û hikumxar ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakiya girtiyan di roja 55’emîn de dewam dike. Ji ber pirsgirêkên siyasî, b isalene pirsgirêkên di girtîgehan de girantir bûne. Ev jî bandoreke mezin dî serî de li girtiyan û hemû civakê dike.”       TECRÎD Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Gulmez, bal kişanda ser tecrîdê û wiha bilêv kir: “Kiryarên binpêkirina mafan ên di girtîgehan de, ji sala 1999’an ve li Gireva Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin. Ev yek bi raporên CPT’iyê jî hatin aşkere kirin. Mafên hevdîtina parêzer û malban di Girtîgeha Îmraliyê de, ji girtiyan hatine girtin.”    ‘EM DIXWAZIN TECRÎD RABE’   Gulmez, banga hestiyariyê kir û got: “Em weke DBP’ê, dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û hemû mafên wî yên hiqûqî bên bi cihanîn. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin bi rêya dîyalogê bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin, em banga hestiyariyê li raya giştî û rayedarên berpirsiyar dikin.”   Girseyê piştî daxuyaniyê, dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    ŞIRNEX    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Hezex a Şirnexê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin, mirin ne çareseriye” hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê yên navçeyê û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Hezexê Yasîn Oztaş ve hat xwendin.   Oztaş, da zanîn ku girtî 55 rojin di greva birçîbûnê de ne û wiha axivî: “Desthilatdariya AKP’ê krîterên mafên mirovan û hiqûqa li Îmraliyê nas nake. Bi vî awayî hem qanûnên xwe û hem jî qanûnên navneteweyî tune dihesibînin. Êdî Tirkiyeye veguheriye girtîgehe mezin. Mirov nikarin nefesê bigirin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî li dijî van polîtîkayan û tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin ev şert û mercên xirab bên guhertin. Greva birçîbûnê ya di girtîgehan de ji bo demokrasiyê ye. Daxwazên girtiyan jî daxwazên me ne. Em bang li raya giştî dikin. Werin em hemû bi hevre bibin dengê vê qîrîniyê.     DAXWAZIN GIRTINA BI CIH BÎNIN   Piştre Hasan Ozgûneş ê HDP’yî axivî û destnîşan kir ku girtî ji bo daxwazên wan bi cih bên 55 rojin di greva birçîbûnê de ne û ev tişt got: “Tirkiye ji hêla azadî, demokrasî û hiqûqê ve xitimî ye. Ji bo tecrîd bê rakirin û faşîzîm bê têkbirin girtî dest bi greva birçîbûnê dikin. Tirkiye bûye wek girtîgeha servekirî û kirine wek dojehê. Divê hemû kes xwedî li girtiyên di çalakiyê de ne. Em bêdeng namînin. Divê tu sazî û dezgeh li hember vê çalakiyê bêdeng namînin. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Bila kesên rayedar demildest daxwazên girtiyan bi cih bînin.”   Daxuyanî dûre bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.