Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê 2021-01-20 13:45:28   AMED - Derbarê Parlementera HDP’ê ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman ku bi hinceta tevlî xebatên KCD’ê bûye, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de biryara girtinê hat dayîn.   Derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman de, di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Kocaman, îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kocaman a negirtî dihat darizandin û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn.   Kocaman, di parastina xwe de, sûcên di îdeameyê de cih digirin red kirin û beraeta xwe xwest.   BIRYARA GIRTINÊ   Şandeya Dadgehê, piştî parastinan biryara girtina Kocaman da û danişîn taloqî dîrokeke pêş kir. Kocaman piştî danişînê hat binçavkirin û wê bişînin girtîgehê.    Di îdîanameyê de, ji bo Kocaman ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan, heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwetin.