HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle 2021-01-20 13:35:55 ENQERE – MYK’a HDP’ê, diyar kir ku AKP’ê Efrîna ku 3 sal in di bin dagirkeriyê de ye ji bo rêxistinên sûc kiriye ‘cihê herî ewle’ û bang li raya giştî ya demokratîk a navneteweyî kir ku li dijî sûcên şer û dagirkeriya ku li Efrînê û herêmên din tê berdewamkirin dengê xwe bilind bikin.    Lîjneya Birêveberiya Navendî (MYK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî 3’emîn salvegera destpêkirina êrişên dagirkeriya Efrînê ku di 18’ê çileya 20218’an de dest pê kiribûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku beriya dagirkirinê Efrîn yek ji herêmên ku bandora şerê navxweyî yê Sûriyeyê li ser hebûye û beriya 3 salan ji aliyê desthilata AKP’ê ve di encama polîtîkayên dijminane yên kurdan de hatiye dagirkirin.    HEWL DIDIN DAGIRKERIYÊ MAYÎNDE BIKIN   HDP'ê ragihand ku ji ber vê dagirkeriyê di serî de kurd bi sed hezaran mirov neçar mane ku xaka xwe biterikînin û ev tişt got: “Tirkiyeyê piştî ku bajarên kurdan ên li Sûriyeyê di serî de Efrîn dagir kir, qeymeqamên xwe tayînî wan kir. Bi avakirina saziyên weke PTT, zanîngeh û saziyên ser bi dewletê ve hewl dide plana xwe ya desteserkirinê mayinde bike. Li şûna tabelayên kurdî tabelayên tirkî hatin daliqandin, sembol û şopa nirxên kurdî hatin jêbirin, mufredata perwerdeyê û zimanê perwerdeyê kirin tirkî. Ev yek jî zîhniyeta asîmîlasyonê bi rengekî şênber radixe pêş çavan.”   BANGA DIJDERKETINA DAGIRKERIYÊ   Di berdewamê de HDP’ê xwest ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tavilê dest ji polîtîkayên xwe yên belavker ên ku li Sûriye û Rojhilata Navîn şer sor dikin berdin û ev nirxandin kir: “Dijminatiya li kurdan feyda xwe li kesî nîne. Li şûna ku bi kurdan re şer bike, ji bo erdnîgariyeke xwe dispêre wekhevî, edalet, azadî û aştiyê divê bi berpirsyarî tevbigere. Bi wesîleya salvegera 3'an em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya demokratîk a navneteweyî dikin ku li dijî dagirkeriya li herêmê û li Efrînê, li dijî sûcên şer dengê xwe bilind bikin, helwestên nîşan bidin.”