Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin 2021-01-20 12:35:50     AMED - Di doza nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşam ê Hatîce Şahîn ku ji xebatên KCD’ê tê darizandin de, biryar hat dayîn ku şahidên nepen bên guhdarkirin.    Yekemîn danişîna doza derbarê nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku di operasyona 9’ê Cotmeha 2018’an de, hatibû binçavkirin û dûre hatibû berdan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şahîn bi hinceta, hevdîtinên telefonê yên bi hempîşeyên xwe û çavkaniyên nûçeyê re kirine, îfadeyên şahide nepen, bilêtên balafirê yên Stenbol-Amedê û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Rojnameger Şahîn û parêzerê wê Resûl Tamûr di danişînê de amede bûn. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê (Kovî-19) destûr nehat dayîn ku kesek din danişîna Şahîn bişopîne.    ‘WEKE ROJNAMEGEREKÊ LI KCD’Ê BÛM’   Piştî danasîna nasnameyê û xwendina kurteya îdîanameyê danişînê dest pê kir. Şahîn dûre paratin kir û wiha xwe parast: “Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim. Îfadeyên şahidê nepen ên derbarê min de jî dane, derewin. Hemû îftîrane. Ez tu carî tevlî xebat û civînên KCD’ê nebûme. Min weke rojnamegerekê xebatên KCD’ê şopandine. Ez bi navê rojnamegertim diçûm avahiya KCD’ê. Di hevdîtinên min ên telefonê de jî, rewşeke rêxistînî tuneye û hemû axaftinên min ji rêzê ne.”   Parêzser Resûl Tamûr jî, di parastina kir de wiha got: “Şahîdên nepen ên qala wan tên kirin, derbarê gelek rojnamegeran de îfade dane. Em dixwazin hemû îfadeyên şahidên nepen û teşxîsên kirine, di dosyeya dozê de cih bigirin.” Piştî axaftina parêzer, dozger xwest bergiriya kontrola edlî ya derbarê Şahîn de dewam bike û şahidên nepen bên guhdarkirin.   ŞAHIDÊN NEPEN DÊ BÊN GUHDARKIRIN   Şandeya dadgehê, piştî navberê, daxwaza dozger qebûl kir û biryar da ku şahidên nepen ên bi navê “Fîrar” û “Ezel bên guhdar kirin û bergiriya kontrola edlî ya derbarê  Şahîn de dewam bike.   Dadgehê di heman demê de, daxwaza parêzer a hemû îfadeyên şahidên nepen û teşxîsên kirine, di dosyeya dozê de cih bigirin jî, red kir danişîn taloqî 24’ê Adarê kir.