Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin 2021-01-20 12:12:20   AMED – Li navçeya Rezan, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de hat dîtin.   Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê, xebatkarên paqijiyê, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de dîtin. Piştî agahî dayinê komên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û cenazeyê pitikê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbiyê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.