Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne 2021-01-20 12:07:25   WAN - Ji bo 5 kolberên ku li sînorê Îranê di bin aşûtê de mane, ji ber şertên hewayî xebatên lêgerînê nikarin bên kirin. Xizmê kolberan Şehap Hudaî, ji bo dîtina kolberan banga alîkariyê kir.   Di 18’ê çileyê de li mezraya Dirîşkê ya girêdayî Gundê Xaşkanê ya li ser sînorê Îranê ya navçeya Elbakê ya Wanê aşût pêk hat. 9 kolber di bin aşûtê de man. 4 kolber bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin û 5 kolber jî hê di bin aşûtê de ne û agahî ji wan nayê girtin. Kolberên ku di bin aşûtê de mane navê wan wiha ne: Molaî Hudaî, Firat Hudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî.    Piştî ku bûyerê bihîstin xizmên kolberan xwestin biçin herema ku bûyer lê pêk hatiye, lê ji ber barîna berfa zêde û moryaza berfê nikarin biçin cihê bûyerê. Dîsa ekîbên rizgarkirinê yên Tirkiyeyê û Îranê jî xwestin biçin cihê bûyerê lê ji ber şertên hewayî ew jî nikaribûn biçin cihê bûyerê.   WALITÎ: RAST AŞÛTÊ NEHATIN   Walitiya Wanê, piştî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku êkîbên AFAD û ÛMKE’yê sewqî heremê hatine kirin lê piştî ekîban lêgerîn kirine, li aşûtê rast nehatine.   XIZMÊN KOLBERAN: GULE BERDAN   Me xwe gihand xizmê kolberên bi navê Molaî Hudaî û Firat Hudaî ku di bin aşûtê de mane Şehap Hudaî û derbarê bûyerê de jê agahî wergirtin. Hûdaî, diyar kir ku daxuyaniya walîtiyê ne rast e û bal kişand ser şertên hewayî û angaşt kir ku ji aliyê Tirkiyeyê ve gule li kesên ku ji aliyê Îranê ve xwestine biçin cihê bûyerê hatine reşandin. Hûdaî, da zanîn ku ji gundê wan gelek kes ji bo rizgarkirina kolberên ku di bin aşûtê de mane çûne cihê bûyerê û wiha got: “Heta saetên êvarê jî li wir lêgerîn kirin. Dema ku xizmên me yên li heremê lêgerîn dikirin ji aliyê Tirkiyeyê ve gule li wan hatin reşandin. Ji ber vê yekê hemû ji tirsa reviyan û paşve hatin gund.”   BANGA ALÎKARIYÊ   Hudaî, destnîşan kir ku têkildarî bûyerê bi keyayê gundê Xaşkanê Ayhan Korkmaz re axivîne û keya ji wan re gotiye ku ekîbên rizgarkirinê hatine heremê lê ji ber bûye şev navber dane xebatên lêgerînê û ev tişt anî ziman: "Em niha bê çare disekinin. Em ê di deriyê sînor re derbas bûna lê ji me testa koronayê xwestin. Piştî testê em e jî biçin heremê û tevlî xebatên lêgerînê bibin.” Hudaî, ji bo dîtina xizmên xwe banga alîkariyê kir.   MUXTAR: 5 KES DI BIN BERFÊ DE NE   Keyayê gundê Xaşkanê Ayhan Korkmaz ku em jî pê re axivîn, diyar kir ku dema mij radibe, herema aşût lê pêk hatiye dibînin û ev agahî dan: "Ji me re agahiya windabûna 5 kesan hatiye dayîn. Ev kes du şev in di bin berfê de ne. Ji ber şertên hewayî kes nikare biçe cihê bûyerê. Îro rewşa hewayê baştir e. Dibe ku xebatên lêgerînê careke din dest pê bikin.”   Welatiyekî ku di nav xebatên lêgerînê de cih digire jî li herema nêzîkî aşûtê banga “Xizmên me xelas bikin” kir.   MA / Mazlûm Engîndenîz