Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan 2021-01-20 11:41:42   STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan dawam dike, meşek li dar xist.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dawam dike, meşek li dar xist.    Meş li semta Okmeydani ya girêdayî navçeya Şîşlî hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Ciwanan û rêveberên HDP'a Navçeya Şîşliyê tevlî meşê bûn. Ciwanan di meşê de pêşmalkên HDP li ser bûn li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bila tecrîd bi dawî bibe, girtî azad bibin" berz kirin. Ciwan di heman demê de belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne.   Welatiyên derdorê jî, bi lêxistina çepikan, piştgirî dan meşa ciwanan.