Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir 2021-01-20 10:10:42   RIHA – Şaredarê Kaniya Xezalan Mehmet Yalçinkaya yê AKP’î, di weşana televîzyonekê de ji bo rexneyên li hemberî xwe ev tişt got: “Weke jinan kurtepistî nabe.”   Şaredarê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Mehmet Yalçinkaya yê AKP’î, di weşana zindî ya televîzyonekê de heqaret li jinan kir. Yalçinkaya, ji bo rexneyên li hemberî xwe û gotegotin ku wê ji peywirê bê girtin, bi van gotinan heqaret li jinan kir: “Alikariya me bikin. Divê peykerê me bi çikandin. Weke jinan kurtepistî nabe.”