Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê 2021-01-20 09:11:26 AMED - Şaredariya Bismilê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi navê "Dibistana Zewacê" projeyek çêkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Bismilê Şukran Bûlût, anî ziman ku armanca vê projeyê ew e ku jinan hepsî malê bike.  Şaredariya Bismilê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê derbarê tahdeya li jinê tê kirin de bi navê "Dibistana Zewacê" projeyek çêkirine. Hat daxuyandin ku dê perwerdehî îro dest pê bikin û armanca projeyê ew e ku "hevjîn bên perwerdekirin di warê zewacê de".    'DIXWAZIN JINÊ HEPSÎ MALÊ BIKIN'    Endama Meclîsa Şaredariya Bismilê Şukran Bûlût, anî ziman ku bi vê projeyê tê xwestin jina ku bîadê bike bê afirandin. Bûlût, destnîşan kir ku pêdiviya civakê ne bi dibistanên zewacê bi projeyên kar û îstihdamê heye. Bûlût, diyar kir ku armanca sereke ya "Dibistana Zewacê" tunehesibandina jinê ye û jinê hepsî malê bike. Bûlût got: "Bi vê projeyê dixwazin jinê hepsî malê bikin. Dixwazin destkeftiyên jinan pûç bikin. Armanc, ranta hin kesan e. Armanca wan ne ew e ku tiştekî hînî kesên nû dizewicin an jî zewicandî bikin. Armanca wan a sereke di ser dîn û bîrdoziyê re diyarkirin misyon û rolan e. Feraseta wan a sereke ev e,' tu yê bîat bikî, tu yê firaqan bişoyî, tu yê li zarokan miqatebî.'"    Bûlût, destnîşan kir ku feraseta AKP û qeyûm heman feraset e. Bûlût, bilêv kir ku di 18 salên îqtidara AKP'ê de taciz, tecawiz, tahde û mirin pir zêde bûye û qeyûmên tên tayinkirin jî ewilî êrîşê dibin ser qadên jinan. Bûlût got: "Cihên ku me li gor daxwazên civakê vekirin, girtin û li şûna wan hêwanên marbirînê vekirin. 26 donim rez hebû û em ji bo kooperatîfê dixebitîn. Nêzî 50 malbat debara xwe pê dikirin. Me yê jiyaneke komunal ava bikira. Lê qeyûm çawa hat dest danî ser. Ev yek feraseta wan aşkere dike. Di vê serdemê de li dijî tahdeyê ji jinan re dibêjin sebr bikin. Dixwazin jin serî li ber mêr bitewînin. Lê belê li Bismilê jin hemû hay ji vê hene û em ê qet nehêlin."    MA - Eylem Akdag