‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin' 2021-01-20 09:10:45   ÎZMÎR - Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfu Çamli, derziya CoronaVac a ku Tirkiyeyê ew aniye nirxand û destnîşan kir ku pêvajoya derzîkirinê jî wekî pêvajoya pandemiyê bi zelalî nayê birêvebirin.    Tirkiyeyê di 30'yê Kanûna 2020'an de ji bo şewba Covîd-19'ê 3 milyon doz derzî ji Çînê anîn. Piştî ku Desteya Dermanan û Amûrên Tibbî ya Tirkiyeyê derzî pesend kir, di 14'ê Çileyê de li 81 bajaran bernameya derzîkirinê hat amadekirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfu Çamli, awayê derzîkirinê nirxand û destnîşan kir ku pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin.    'BI ZELALÎ NAYÊ BIRÊVEBIRIN'   Çamli, bilêv kir ku Wezîrê Tenduristiyê daxuyandiye ku dê di meha Kanûnê de 20 milyon û di meha Çileyê de jî 20 milyon doz bê, lê belê di 30'yê Kanûnê de tenê 3 milyon doz hatiye û derziyên ku gotine dê bînin neanîne. Çamli got: "Tê gotin wê du dozan bikin. 3 milyon dozên anîne, dê li milyon û nîv kesî bixin. Ewilî dê li xebatkarên tenduristiyê bixin. Li Tirkiyeyê di ser milyonekê re xebatkarên tenduristiyê hene. Yanî wexta xebatkarên tenduristiyê bên derzîkirin dê derzî pir nemînin. Halbûkî ji xeynî xebatkarên tenduristiyê diviya bû li kesên nexweşînên wan ên kronîk hene bihatana xistin û yên mayî jî li girtiyan bihatana xistin. Ne diyar e dê ev çawa bên kirin. Lewma pêvajoya derzîkirinê jî bi awayekî zelal nayê kirin."    Çamli, bilêv kir ku li dijî şewbê rêya herî baş a têkoşînê derzîkirin e. Çamli, anî ziman ku li bi derzîkirina çend kesan dê pêşî li ber şewbê neyê girtin û got: "Ji bo Tirkiyeyê pêdivî bi 120 milyon dozî heye. Lê belê niha li Tirkiyeyê 3 milyon doz heye. Wezîrê tenduristiyê diyar kiribû ku dê ji 50 milyonî zêdetir Sînovacê peyda bikin. Wê 70 milyon derziyên mayî ji ku derê peyda bikin. Di vî warî de tiştekî zelal nehatiye gotin."    Çamli, destnîşan kir ku kesên bên derzîkirin ku divê guhnedêriyê nekin. Çamli, anî ziman ku derzîkirin nayê wateya ku dê mirov dev ji maskeyan û mesafeya fizîkî berde.