Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan 2021-01-20 09:07:22 ENQERE - Xizmên girtiyên ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û gotin: "Heya tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî nebin, divê her kes li ser piya be."  Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin di roja 55'an de ne. Malbatên girtî Alî Riza Erdem û Suheyla Taş ku berê ketibûn greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger, xwestin dengên girtiyan bên bihîstin.    115 ROJAN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MA    Alî Riza Erdem, piştî komkujiya li Otêla Madimakê ku di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de pêk hatibû, bi hinceta tevî çalakiyên hatine lidarxistin bûye tevî 15 hevalên xwe hatibû binçavkirin. Bi bêbextiyên îtirafkarekî hatibû girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Niha di Girtîgeha Tekirdagê de ye. Di sala 2018'an de li dijî tecrîda li Îmraliyê tevli çalakiya greva birçîbûnê bûbû û 115 rojan di greva birçîbûnê de mabû.    ‘TECRÎD, ZILM E'    Xwişka wî Hatîce Erdem, bibîr xist ku heya niha birayê wî tevli gelek çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûye. Erdem, destnîşan kir ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza malbatên wan e jî û got: "Dêya min 82 salî ye. Her cara ku dibihîse birayê min ketiye greva birçîbûnê xwarinê naxwe. Em jî jê re nabêjin. Bedenên mirovan dîl hatine girtin. Bi ser de jî tên tecrîdkirin û ceza li ser ceza li wan tê birîn. Zilmeke hovane li girtiyên siyasî tê kirin. Tecrîd, zilm e."    ‘DIVÊ EM VÎNA XWE BIDIN DER'    Erdem, anî ziman ku pirsgirêkên civakê hemû girêday hev in û divê civak guh li daxwazên girtiyan bike. Erdem, diyar kir ku heger guh li daxwazên girtiyan neyê kirin dê pirsgirêk zêdetir bibin û got: "Divê em hew ji îqtidarê doza guherandina tiştekî bikin. Her ku em daxwaz dikin em bê nefes dimînin. Ji bo em karibin bêhnê bistînin divê em vîna xwe bidin der. Kesên mafên mirovan diparêzin hemû divê bibin dengê girtiyan."    Suheyla Taş jî di sala 2018'an de bi heman daxwazê ketiye greva birçîbûnê û li Girtîgeha Sîncan a Jinan 152 rojan di greva birçîbûnê de maye. Dêya wê Nazîme Taş got: "Gava hevalên Suheylayê birçî bin, ew ziktêr ranazê. Heya hevalên wê xwarinê nexwein ew naxwe. Pêşî hevalên wê, dû re ew dixwe."    ‘DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'    Taş, çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an bibîr xist û got: "Wê çaxê em dayik, pir êşiyan. Niha cardin dest pê kiriye. Lê berî ku veguhere rojiya mirinê divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Rojek berî rojekê bila çareyek bê dîtin û tecrîd bi dawî bibe."    ‘LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE'    Taş, destnîşan kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û ne tiştekî wijdanî ye ku girtî çalakiyê dikin. Taş, bang li hemû dayikan kir û got: "Banga min ji bo tevahiya dayikan e, bila rabin ser pêyan. Heya tecrîd û binpêkirinên mafan neqedin, divê her kes rabe ser pêya. Ev salek e bi hinceta şewbê zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne. Ji ber ku em li heman bajarî ne mehê du caran em diçin girtîgehê, lê malbatên li dûra bi salan e zarokên xwe nabînin. Ji destê kê çi tê bila bike. Berî ku veguhere çalakiyeke din divê bi dawî bibe. Rojek berî rojekê bila çareyek bê dîtin, bila dayik hew bigirîn."    MA / Emrûllah Acar