Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye 2021-01-20 09:07:17 ENQERE - Birayê Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê, Umît Goksû, diyar kir ku tecrîd derveyî mirovahiyê ye û xwest ku daxwaziyên girtiyan demildest bicih bên. Çalakiyên greva birçînê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan ji bo tecrîda li Îmraliyê û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da destpêkirin di rojan 55’emîn de berdewam dike. Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ya li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê dimîne, ji 17’ê îlona 2019’an û vir ve girtî ye. Goksû, bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” di 10’ê Tîrmeha 2017’an de hat girtin û piştî 5 mehan girtî ma hat berdan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ku Goksû lê dihat darizandin, di 22’ê Kanûna 2017’an de 7 sal û 6 meh ceza li Goksû birî. Piştî ku ev ceza hat erêkirin Goksû hat girtin. Birayê Hevşaredar Goksûyê, Umît Goksû bi bîr xist ku xwişka wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi sedî 61,83 deng girtinê weke hevşaredar hat hilbijartinê û diyar kir ku xwîşka wî dîl girtiya siyasî ye.    ‘DIVÊ EM AŞTIYÊ BIAXIVIN’   Goksû, da zanîn ku ketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a ji ber daxwazên rewa mirov kesernak dike û wiha got: “Niha çalakiyê grevê bi dorveger in lê demên pê wê vegerên rojiyên mirinê em nizanin. Ketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan mirov xemgîn dike. Desthilata ku şewbê dike hêcet tecrîdê pêk tîne. Daxwaza girtiyan rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Bi şewbê re tecrîd li ser girtiyên din jî hate weşandin. Dema ez çûm hevdîtina xwişka xwe tecrîdkirina xwe vegot. Ji ber şewbê mafên wan ên civakî yên hatine bisînorkirin. Ji ber pirsgirêkên hatin û çûyîna nexweşxaneyan, ji mafên xwe yên tenduristiyê jî mehrûm in. Divê tecrîda li girtiyan tê ferzkirin rabe û em şûna çalakiya greva birçîbûnê aştiyê biaxivin.”   ‘TECRÎD DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE’   Goksû, destnîşan kir ku tecrîd derveyî mirovahiyê ye û wiha axivî: “Divê demildest daxwazên girtiyan bicih bên. Divê kesên xwedî wijdan li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan deng derxînin. Kesên bêhiqûqî hatine girtin divê demildest bên berdan. Mirovên hatine hilbijartin divê weke dîl girtiyan êdî nekevin girtgîhan.”