Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin 2021-01-20 09:07:09 STENBOL – Tuncer Saglam ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin bûbû, diyar kir ku divê li dora girtîgehan dîwarên bi goş bên lêkirin û banga xwedî derketine li çalakiya greva birçîbûnê kir.  Çalakiya greva birçîbûnê ku di 27’ê midjarê de ji aliyê girtiyên ku ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja 55’emîn de didome. Girtî, bi biryar in ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin. Tûncer Saglam ku bi heman daxwazî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin bûbû û 100 rojan di grevê de mabû, banga xwedî derketine çalakiyê greva birçîbûnê kir.    DIVÊ ÇALAKÎ ÇAWA BÊ XWENDIN?   Tuncer Saglam ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîze Kalkandereyê tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbû, balk kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku divê li derve jî xwedî li dengê aştiyê bê derketin û wiha got: “Çalakiya hatiye destpêkirin çalakiyeke mafdar e. Çalakiya ku hatiye destpêkirin gelek wate di xwe de dihewîne. Lewre tecrîda li ser Ocalan ne tenê pergaleke li hemberî Ocalan e. Di şexsê gelê kurd li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Rakirina tecrîdê tê wateya destpêkirin muzakereyan. Şerê ku 40 sal in didome wê bi muzakereyan bê çareserkirin. Heke em berdewama şer naxwazin divê deng bidin dengê li hundir. Sedema çalakiya greva birçîbûnê vekirina rêya aştiyê ye.”   DIVÊ DAXWAZÊN MAFDAR BÊN DÎTIN    Saglam, bi bîr xist ku ji bo diyaloga bi Ocalan re grev hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber erka Ocalan timik serî li çalakiyan tê dayîn. Ocalan rêberê civakekê ye. Jixwe hevalên me yên di çalakiyê de ji ber ku dizanin rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe di çalakiyê de ne. Hevalên me ji bo nebarandina rondikin dayikan di grevê de ne. Rêya çareseriya pirsgirêkên bi diyalog Ocalan re pêkan e. Hevî dikim demildest dewlet dengê li hundir bibihîze. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê van daxwazên mafdar bibîne û bibe dengekek dengê wan. Em neçarin bala xwe bidin girtîgehan.”   ‘TECRÎD NE MIROVÎ YE’   Di berdewamê de Saglam, destnîşan kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, ew nikarin vî sûcî qebûl bikin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Heke li girtîgehan geşedaneke ku bibe sedema jiyana girtiyan û xesareke mayînde dê berpirsyarê vê yekê Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir be. Dewlet neçar e van dengan bibihîze. Ji bo vekirina rêya diyalogê divê rayedar bikevin tevgerê. Em dibînin ku li girtîgehan bergirî nayên girtin û bil ez vîrûs berbelav dibe. Di vê pêvajoyê de ketine greva birçîbûnê weke mirinê ye. İ girtîgeha her cure sînordarkirin heye. Min vê bi çavên xwe dîtiye.”   ‘EM DÎWAREK BI GOŞ BIHONÎNIN’   Di dawiya axaftina xwe de Saglam bal kişand ser xwedî derketine çalakiya greva birçîbûnê û bang kirin: “Divê hemû gelê kurd dengê rêhevalên me bibihîze. Divê em li dora girtîgehan dîwarên bi goşt bihonînin. Em bibin dengê girtiyan. Bi bêdeng mayînê em jiyan û tenduristiya hevalên xwe dikin xetereyê. Ji ber vê divê rojev berxwedana zindanan be. Hêvî dikim ku dewlet jî demeke zûtir van daxwazan qebûl bike. Berxwenda zindana hêvî û vîna me ye. Em ê bibin dengê daxwazin mafdar. Hemû kesên xwedî wijdan divê dengê zindanan bibihîze û li gorî vê tevbigere.”   MA / Nacî Kaya