Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane 2021-01-20 09:07:08 RIHA – Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku saziyên mafên mirovan ên navnetewî û CPT li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ker, kor û lal mane.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan yê ku biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi salane didome ji Ajansa me ya Mezopotamya re nirxand.  Omer Ocalan destnîşan kir ku daxwaza girtiya pir zelal û eşkere ye û wiha got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Her wiha sê girtiyên li cem wî jî di bin tecrîdek giran de ne. Malbat û parêzer nikarin girtiyan bibînin. Hevdîtin hatine qedexekirin. Em wek malbatê 8 meh in ji birêz Ocalan û her sê girtiyên din nagirin. Dewlet li dijî Ocalan helwestek tûj nîşan dide. Di vê mijarê de ne pîvan û ne jî exlaq heye.”    ‘TECRÎD LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛYE’    Ocalan anî ziman ku tecrîd û sepanên antîdemokratîk li tevahiya girtîgehan hatiye belavkirin û got: “Ji ber pandemiyê malbat nikarin biçin hevdîtina girtiyan. Zextên giran li ser girtiyan hene. Birêz Ocalan xwedî kesayetek ku bandora wî li ser Tirkiyê û Rojhilata Navîn heye. Bi birêz Ocalan re kengê hevdîtin pêk were wê çaxê aramî tê Kurdistan û Tirkiyê û rê li ber diyalogê vedibe. Lê mixabin îqtîdara AKP-MHP’ê tecrîdê li ser birêz Ocalan disepîne. Dixwazin bi vî awayî gelan bifetisînin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê belav bûye. Nahêlin kes dengê xwe bike û fikrên xwe bîne ziman. Hema bêje li her deverê rêveberiya qeyûm heye. Dixwazin dengên cuda bitepisînin.”    ‘DIVÊ DERVE PIŞTGIRIYÊ BIDE’    Ocalan destnîşan kir ku pêwîste têkoşîna li dijî tecrîdê tenê li ser milê girtiyan nemîne û got: “Jixwe barê girtiyan giran e, divê em hin bêtir barê wan giran nekin. Ya herî girîng ew e ku bi milyonan însanên li derve piştgiriyê bidin greva birçîbûnê. Çalakiya girtiyan çalakiyek bi rûmet e. Girtî di bin zextên giran de ne û jiyana xwe wan di xetereyê de ye.”    ŞERÊ DERÛNΠ   Ocalan bi bîr xist ku ew her hefte wek malbat bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan dikin û wiha domand: “Bi pêkenokên ecêb bersiva serlêdanên me didin. 22 sal in birêz Ocalan tenê carek bi telefonê ew jî par bi malbatê re axivî. Pişt re demildest qedexeya hevdîtinan anîn. Em dibînin ku giranî û cîdiyetek dewletê nemaye. Tiştek bi navê qanûn nemaye. 22 sal in mafên Ocalan tên desteserkirin. Yek ji van jî hevdîtinên rûbirû û telefonê yên li gel malbatê ye. Me hevdîtinek bi telefonê pêk anî ew jî di kontrola dewletê de pêk hat. Hevdîtina malbatê veguherandine şerek derûnî û taybet. Ev jî bêqanûniya wan nîşan dide. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin mafên xwe yên heyî bikar bînin. Divê qanûnên heyî werin sepandin. Pêwîste li dijî bêqanûniyan bertek were nîşandan.”    BERTEK NÎŞANÎ CPT’IYÊ DA    Ocalan destnîşan kir ku Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navnetewî (CPT) bi Ocalan re hin hevdîtin pêk anîne di encama van hevdîtinan de rapora eşkere kirine û tecrîd, îşkence û zextên derûnî yên li Îmraliyê tên sepandin bi raya giştî re parve kiriye û wiha got: “Li gorî raporê divê Tirkiyê xwe di ber çavan de derbas bike. Lê belê saziyên mafên mirovan ên navnetewî û CPT ker û kor û lal dimînin. Di rapora xwe de tecrîdê destnîşan dikin lê belê pratîkê nîşan nadin. Divê rol û rista dikeve ser milê CPT’iyê pêk bîne. Bêqanûniyek heye û divê li dijî vê berteka xwe nîşan bide. Lazim e Tirkiyê hişyar bikin. Tenê bi serdan û eşkerekirina raporan nabe. Saziyên navnetewî yên ji bo mafên mirovan dixebitin divê bi rol û rista xwe rabin. Neçarin bi vê rolê rabin. Lê ew jî piştî xalekê hevkarên Tirkiyê ne.”    ‘DIVÊ TIŞTA PÊWÎST WERE KIRIN’    Ocalan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û got: “Her welatparêz xwedî rol û mîsyon e. Çi bikeve ser milê gelê me divê bike. Bêyî ku xeberên nexweş ji girtîgehan werin divê tişta pêwîst were kirin.”    MA / Bariş Polat