Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn 2021-01-19 17:02:03   ENQERE – Gelek saziyên li Enqereyê Hrant Dînk bibîr anîn. Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan got divê cînayeta Dînk bi hemû rehendên xwe derkeve holê.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê, Partiya Komunîsta a Kurdistanê (KKP), Malêngel, Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Alinterî,  Partiya Şoreşger a Yekbûyî, Partîzan,  Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Jinûve Demezrandina Sosyalîst (SYKP), Kaldiraç, AKADER, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Komeleya Ciwanên Şoreşger, Hewldana Raman û Azadiyê ya Enqereyê bi awayek hevpar di salvegera 14’emîn a qetilkirina Hrant Dînk de bibîr anîn.    Daxuyaniya bîranînê li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê di dorpêça polîsan de pêk hat. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku ew rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan Hrant Dînk bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin. Turkodgan destnîşan kir ku ji bo cînayeta Dînk eşkere bibe wê têkoşîna wan a edaletê bidome û divê cînayeta Dînk bi hemû rehendên xwe derkeve holê û edalet pêk were.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.