Riyên qeyûm di bin avê de man 2021-01-19 16:07:08   ŞIRNEX - Li Cizîrê riyên ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn çêkirin, bi barîna baranê re di bin avê de man.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ku ji şevê din ve baran dibare, rê di bin avê de man. Riyên ku ji aliyê qeyûm ve, ev çend salin propagandaya wan tê kirin, di bin heriyê de man û welatiyan di rêyan de zor û zehmetî kişandin.