Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin 2021-01-19 15:45:19 AMED – Hat zanîn ku li navend û gundên navçeya Licê leşkeran bi ser gelek malan de girtiye û herî kêm 35 kesan binçav kirine.  Operasyona leşekrî ku di 9’ê çileyê de li gundên Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişrefê yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, didome. Di roja destpêkê ya operasyonê de di navbera HPG’iyan û leşekran de şer derketibû û leşkerek jiyana xwe ji dest dabû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. Piştî van bûyeran leşkeran li gundên herêma operasyonê bi ser malan de girtibûn û 8 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” binçav kiribûn û piştre hatibûn girtin.   Leşkerên ku li herêmê operasyonê didomînin, îro serê sibehê li navend û gundên Dêrxust, Xezmaz û Sîsê bi ser gelek malan de girtin. Dema serdegirtinê leşkeran guından bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û amûrên li malan ji hev belav kirin. Hat hînbûn ku di serdegirtinan de herî kêm 35 kes hatine binçavkirin.   Kesên ku nayê zanîn ji ber çi hatine binçavkirin leşkeran wan bi maşîneyên zirxî birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê ya Licê.