Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime 2021-01-19 15:44:16 STENBOL - MATUHAY-DER’ê rapora 2 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan a girtîgehan eşkere kir. MATUHAY-DER’ê diyar kir ku li girtîgehan tecrîd di nava tecrîdê de diqewime û pirsgirêkên tenduristî, ragihandin û hîjyenê zêde bûne.   Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER), rapora 2 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan a girtîgehên Herêma Marmarayê li avahaiya xwe ya navçeya Fatîha Stenbolê bi civîna çapemeniyê eşkere kir. Rapor ji aliyê Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk ve hat xwendin.    Çelîk, diyar kir ku binpêkirinên mafan û pêkanînên antidemokratik ên li girtîgehan, şertên girtiyan girantir dike û bal kişand ser tecrîda li ser girtîgehan. Çelîk, da zanîn ku li dijî pêkanînên bêhiqûqî girtî bêdeng neman û di 27’ê Mijdara 2020’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin. Çelîk, destnîşan kir ku rewşa girtiyan malbatan dixe nava fikaran.    Rapora binpêkirinên mafan ên di raporê de xal bi xal cih digirin wiha hatin rêzkirin:   “*Bi pêvajoya pandemiyê re mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin. Bi taybetî tedawiya girtiyên nexweş hat taloqkirin û li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyên nexweş Sitki Bektaş û Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest dan. Rewşa girtiyên astengdar Engîn Aktaş û Serdal Yildirim ên li Metrîsê mirov dikare weke ceza di nava ceza de bîne ziman.   * Dîsa bi destpêka grevên birçîbûnê bi ser qawişên Girtîgehên Kandira û Gebze de girtin û dest danîn ser nîşe, pirtûk, radyo û tiştên taybet ên girtiyan. Serdegirtin jî bê maske hatin kirin.   * Ji holê rakirina faliyetên civakî tecrîd û îzolasyonê kûrtir dike. Ev yek jî ji bo girtiyan dibe pêkanîna girtîgehan di nava girtîgehê de.   * Girtiyên ku cezayê xwe xelas kirine nayên berdan. Li Girtîgeha Duzceyê li gel cezayê Yakûp Veda û Fîkret Karakoç xelas bûne jî nayên berdan.   * Di vê pêvajoya dawî de li hin girtîgehan dezenfekte nayê kirin û ev jî jiyana girtiyan dixe xetereyê.   *Li hinek girtîgehan qawişan dikin qawişên karantînayê. Qawişên girtîgehan bêhewa, bêhijyen û di bin rîska nexweşiyê de ne.   * Li hin girtîgehan pênexistina kalorîferan û li hin girtîgehan jî pêxistina kêm ya kalorîferan dibe sedemê nexweşiya wan.   * Serdegirtina gardiyanan a bêbergirî, girtiyan bi xetereya şewbê re rûbirû dihêle.   * Tiştên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta pandemiyê bi rojan nadin wan, ev jî dibe sedema binpêkirina mafan.   * Gardiyan di jimartina rojane de li gor mesafeya fîzîkî tevnagerin û maskeyan nadin ber devê xwe, ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiya Kovîd-19’ê.   PIRSGIRÊKA HÎJYENÊ   * Li hin girtîgehan malzemeyê hîjyenê nayê dayîn li hinekan jî kêm tê dayîn.   * Li hinek girtîgehan dezenfekte bêpere tê kirin, li hin girtîgehan jî malzemeyên bêpere tên belavkirin kêm tên dayîn.   *Ji ber malzemeyên paqijiyê yên li kantînan tên kirîn biha ne, girtî nikarin bikirin û vê yekê ji malbatên xwe re radigihînin.   MAFÊ RAGIHANDINÊ   * Li hin girtîgehan di hevdîtina telefonan de lepik û maske nadin girtiyan.   *Li hinek girtîgehan maske tê dayîn lê lepik nayê dayîn. Bi sedan mirov heta êvarê telefonan bikartînin ev yek jî ji bo girtiyan dibe rîskek.   * Girtiyên rewşa wan a aborî nebaş nikarin derkevin hevdîtina telefonê. Ji mafê faks û nameyê mehrûm dimînin.   PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ   * Li hin girtîgehan girtî ji bo daxwazên revîrê û bijîşk daxwazname ji Miduriyeta Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê re dişînin lê bersiv nagirin. Girtî biçin revîrê jî dermanan nadin wan, dermanên di raporên wan de nagirin, tahlîlên wan nayên kirin, di demê xwe de dermanên wan nayên dayîn. Ev yek jî bandoreke nebaş li tenduristiya wan dike.   * Dema bijîşk nexweşan sewqî nexweşxaneyê dikin an dereng dibin an jî qet nabin.   * Ji ber ku li gelek girtîgehan xizmeta unîteya dirana û bijîşkên diranan tune ye, tedawiya girtiyan bi dermanên antibiyotik û janê birînê tê kirin û sewqên wan yên nexweşxaneyan nayên kirin, gilî zêde dibin.   * Girtiyên nexweşên giran ên sewqî nexweşxaneyan tên kirin ji wan re dibêjin ‘cihê wan li nexweşxaneyê’ nîne û careke din dibin girtîgehê. Paşvebirina girtiyên nexweş bandoreke nebaş li tenduristiya wan dike.   * Girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, bi hinceta pandemiyê nabin nexweşxaneyê û ev yek jî rewşa wan xerabtir dike.   * Hejmara girtiyan a zêde ya bi birina rîngê rîska belavkirina şewbê zêde dike. Ji ber ku nexweşxaneyên girtiyan dibinê ji girtîgehan dûr in xetereya nexweşiyan zêdetir dike."   BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR    Çelîk, diyar kir ku li girtîgehan tecrîd di nava tecrîdê de tê qewimandin û wiha got: “Kûrkirina polîtîkayên tecrîdê di serî de mafê jiyanê yê girtiyan dibe sedema gelek binpêkirinên mafan. Divê raya giştî guh bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan dane destpêkirin. Ji bo ku weke di çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de tu êş neyên qewimandin divê rayedar di nava lêgerîna çareseriyê de bin. Ev yek jî bi hestiyariya civakî pêkan e. Em bang li hemû civakê dikin ku li deng û daxwaza girtiyan xwedî derkeve. Tişta ku girtiya bide jiyankirin piştevanî ye."