Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn 2021-01-19 15:29:59 MELETÎ – Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 14’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Meletiyê li mala ku lê ji dayik bûbû, hat bibîranîn.    Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19’ê çileya 2007’an de li Stenbolê hat qetilkirin, di 14’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Meletiyê li ber mala ku lê ji dayik bûbû, hat bibîranîn. Pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Meletiyê tevlî bîranînê bûn. Li ser navê platformê rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mehmet Tuncel, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend.   ‘JI BO VEŞARTINA DELÎLAN HAT BIKARANÎN’   Mehmet Tuncel, bi bîr xist ku di ser qetilkirina Dînk de 14 sal derbas bûye û ev tişt got: “Sedema parastina berpirsyaran tunebûna lêpirsîneke bibandor û polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Bi dehan danişîn, şahidên hatin guhdarkirin, raporên hatin nivîsandin û belgenameyên hatin bidestxistin ji bo veşartinê hatin bikaranîn. Weke parastvanên mafên mirovan heta ku rûbirûbûna rastiyan li Tirkiyeyê pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştre jî beşdarên civînê qurnefîl danîn platforma ku ji bo Dîn hatibû avakirin.