Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê 2021-01-19 14:58:00 ENQERE – Rêxistinên demokratîk ên girseyî, ji bo doza Komkujiya Madimakê ku 28 sal in didome daxuyanî dan û banga tevlîbûna danişîna dozê ku dê sibê bê dîtin kirin.    Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD),  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya 10’ê Cotmehê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Komeleya Dersimiyan a Enqerê û Komeleya Gumgumiyan a Enqereyê, ji bo danişîna doza Komkujiya Madimakê ku dê sibê bê dîtin, li Şaxa DAD’ê ya Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarteke ku wêneyên qurbaniyên komkujiyê li ser hjat daleqandin. Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Rêxistinê HDP’ê ya Enqerê û rêveberiyên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) jî tevlî civînê bûn.    Serokê Şaxa DAD’ê ya Enqerê Mûstafa Karabûlût, metna ku ji aliyê rêxistinên beşdar ve ji bo dozê hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku 28 sal in rastiya komkujiyê derneketiye holê û sûcdarên rasteqîn ên komujiyê nehatine darizandin. Karabûlût, komkujiyên ku di dirôkên cuda de pêk hatine bi bîr xist û got ku ser komkujiyan nayê girtin û banga beşdariya danişîna doza Komkujiya Madimakê dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê bê dîtin, kir.