‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike 2021-01-19 14:30:31   ÇEWLÎG/XARPÊT – Rêxistinên HDP'ê yên Navçeyên Kanîreş û Qereqoçanê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan û diyar kirin ku tecrîd bandora neyînî li ser gel dike. Rêveberên HDP'ê xwest tecrîd bi dawî bibe.    Rêxistina Partiyên Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Kanîreşê, bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbunê ya girtiyên siyasî li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê li pêş avahiya HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberan di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, dawî li tecrîdê bînin" vekerin.    Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemir, xwest demek beriya demekê daxwazên girtiyan pêk bînin. Aydemîr, xwest Wezareta Dadê daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û tecrîdê bi dawî bikin.    DIVÊ HER KES ERKA XWE PÊK BÎNIN   Rêxistina HDP'ê ya Qereqoçanê jî bi heman armancê li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Veysi Saritag jî anî ziman ku tecrîd bandorê li ser hemû beşê civakê dike û xwest tecrîd bi dawî bibe.