Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin 2021-01-19 13:59:08   ENQERE - Qatilê Ceren Ozdemîr Ozgur  Ardûç ê ji ber êrîşî 2 polîsan kirin hat darizandin, di danişînê de xwest ku carek din dernekeve danişînê.   5'emîn danişîna doza qatilê xwendekara zanîngehê ya li Ordûyê Ceren Ozdemîr ê bi cezayê muebeta giran hatibû cezakirin Ozgur Ardûç ê ji ber êrîşî 2 polîsan kiribû dihat darizandin, li 1'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Ordûyê hat dîtin. Polîsên bi navê Zekî Çelîk û Hadar Degerlî beşdarî danişînê hebûn. Parêzerên bersûc û gazinkeran li salona danişînê amade bûn. Bersûc Ozgur Ardûç, ji girtîgeha Wanê, bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû.   Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Şandeya dadgehê pirs ji bersûc Ardûç kir. Ardûç jî, bersiv da û got: "Gelo dadgehkirina min wê hîn dirêj bike?  Dadgehê wê dîsan taloq bike? Ez naxwazim derkevim danişînê."   Şandeya dadgehê, diyar kir ku rapora ji Saziya Tipa Edlî hatibû xwestin hîna ne gehiştine dadgehê û danişîn taloqû 6'ê Tîrmehê kir.