Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin 2021-01-19 13:58:34   AMED – Di doza nivîskarê rojnameya Xwebûnê Mehmet Şahîn de biryar hat dayîn tapeyên ku di doznameyê de weke sûc hatine hesibandin ji aliyê ATK’ê ve bên tespîtkirin.   Ji ber xebatên wî yên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi angaşta “avakirin û rêvebirina rêxistinê” li nivîskarê rojnameya Xwebûnê Mehmet Şahîn doz hatibû vekirin. 7’emîn danişîna Şahîn, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamûr amade bûn.    PARASTINA ŞAHÎN Û PARÊZERÊ WÎ   Dozger, mutalaaya xwe ya ku bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan ceza ji Şahîn re xwestibû dubare kir. Şahîn, dengên ku di doznameyê de weke dengên wî hatine nîşandan ne dengê wî ne û xwest ku ev bê lêkolînkirin. Parêzerê Şahîn Resûl Tamûr jî xwest ku dengê muwekîlê wî pê sûcdarkirin bê tespîtkirin.   DANIŞÎN TALOQ BÛ   Heyeta dadgehê, piştî parastinan biryar da ku tapeyên Şahîn pê tê sûcdarkirin ji bo tespîtkirinê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stemnbolê re bê şandin û danişînê taloqî 27’ê gulanê kir.