Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin 2021-01-19 13:41:01   AMED - Danişîna doza kujerê Gullu Yilmaz, Can Yilmaz hat taloqkirin.   Danişîna 3’emîn a Can Yilmaz ku hevjîna xwe Gullu Yilmaz di 17’ê Cotmeha 2019’an de li navçeya Erxenî ya Amedê qetil kiribû, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Derbarê kujer Yilmaz de, ji sûcên “bi hîsên cinawirî, bi zanebûn kuştinê” û “Hewldana hîsa kuştina bi cenawirî ya zarok” muebbeta giran û ji 13 salan heta 20 salan ceza jê re tê xwestin. Yilmaz, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Di danişînê de parêzerên bersûc û Gullu jî amade bûn. Dozger xwest kêmasî di dosyayê de bên temamkirin û girtina bersûc jî bidome. Şandeya dadgehê jî, biryara berdewama girtina bersûc da û danişîn taloqî 23’ê Adarê kir.