Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî 2021-01-19 13:24:12   EDENE – Girtî Omer Levent ku sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bû, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir ji aliyê gardiyanan ve hat derpkirin.    Girtî Omer Levent, di 4’ê çileyê de bêyî rêza xwe ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hat kirin. Ji ber ku di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî ya lê hat ferzkirin qebûl nekir Levent ji aliyê gardiyanan ve hat derpkirin. Levent, serboriya xwe bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand û destnîşan kir ku wî kirine qawişa qarantînayê.