Akar û Barzanî hevdîtin kirin 2021-01-19 13:02:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.  Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ku piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlerê bû, bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Berpirsê Ofîsa Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî jî tevlî vê hevdîtina ku li Hewlerê pêk hat, bû.