Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-01-19 13:02:11   WAN - Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê berî 28 salan hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li Wanê hat bibîranîn.    Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê di 19’ê Çileya 1993’yan de, li Cadeya 2’yê Nîsanê ya Wanê bi awayekê kiryar nediyar hat qetilkirin, di salvegera 28’emîn qetilkirin xwe de, li ser gora xwe ya li Taxa Hacibekir hat bibîranîn. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de, Karaagar û hemû xebatkarên çapemeniya azad ên di salên 1990’î de hatin qetilkirin, bi deqeyek rêzgirtinê hatin bibîranîn.     'TÊKOŞÎNA HEQÎQÊ DEWAM DIKE’   Ji edîtorên MA’yê Gokhan Altay di bîr anînê de axivî û got: “Di dalên 90’î de, gelek rojnameger, ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin. Dema ku Karaagar û rojnamegerên din hatin qetilkirin, me soz da bû wan ku emê pênûsa wan li erdê nehêlin. Ji bo vê yekê em îro li vê derê ne. 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn, lê hîna jî faîlên wî nehatine dîtin.”   Altay, zext û êrîşên li ser rojnamegeran jî bibîr xist û wiha got: “Di vê pêvajoyê de, zextên li ser xebatkarên çapemeniya azad dewam dikin. Herî dawî 4 hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Lê di heman demê de, li dijî zextên 28 salin dewam dikin, hewldaneke mezin a heqîqetê derxistin holê heye. Di vê çarçoveyê de têkoşîna xebatkarên çapemeniya azad dewam dike. Em carek din soz didin ku emê pênûna wan li erdê nehêlin û têkoşîna wan dewam bikin.”   Kesên beşdarî bîranînê bûn, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê danîn ser gora Karaagar û ji goristanê veqetiyan.