Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’ 2021-01-19 13:01:40   STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bi çêkirina “Zilamê qeyûm” ê ji berfê Melîh Bûlû yê wek qeyûm hat tayînkirin protesto kirin.    Li dijî Melîh Bûlû yê AKP’yî yê ku wek rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin nerazîbûn berdewam dike. Xwendekar bi rojane çalakiyên xwe didomînin. Xwendekaran îro li ber deriyê avahiya Rektoriyê peykerê “Zilamê qeyûm” yê ji berfê çêkirin. Xwendekarên zanîngehê vî “Zilamê qeyûm” li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kirin û nivîsa “Me mercên hewayê yên neyînî veguherand fersnedê û ‘Zilamê qeyûm’ çêkir. Heta rektorên qeyûm hemû biçin wê têkoşîna me ya zanîngeha xweser-demokratîk berdewam bike.”