Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn 2021-01-19 12:19:58 BÛRSA - Hevseroka HDP’ê ya Bûrsayê Aynûr Yilmaz û rojnamevan Emrah Çaçan jî di nav de derbarê 7 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de li 2 kesan ceza hat birîn. Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Bûrsayê Aynûr Yilmaz û rojnamevan Emrah Çaçan di nav de derbarê 7 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Bûrsayê hat lidarxistin. Di doza ku parvekirinên medya civakî weke hêcet hat nîşandan û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatibû vekirin de hin bersûcên negirtî dihatin darizandin û parêzerên wan amade bûn.   Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Kesên negirtî dihatin darizandin parastinên xwe kirin û xwestin ku werin beraetkirin. Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi îdiaya "propaganda rêxistinê kirine" li endamê HDP’ê Davût Toktaş 3 sal û 2 meh, ji Resûl Baykara re jî salek û 6 meh ceza birî û ceza taloq kir. Yilmaz û Çaçan jî di nav de 5 kesan jî beraet kir.