Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn 2021-01-19 12:02:36     NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler, piştî serdana xwe ya Bexdayê derabsî Hewlerê bûn.    Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê re pêk anîn, ji Bexdayê derbasî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlerê bûn.    Heyeta tirk li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl, Serokê Dîvana Serokatiya Herêmê Fewzî Harîrî û Berpirsyarê Karên Derve Sefîn Dîzeyî ve hat pêşwazîkirin.     Hat diyarkirin ku wê heyet bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bikin.