Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê 2021-01-19 11:34:22 ERZIROM – Miduriyeta Polisan a Xoresanê, di nav 2 mehan de cara 3’emîn girtiyê nexweş Necmettîn Aydin ku di qarantînayê de ye vexwend îfadeyê.    Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Xoresanê ya Erziromê Necemettîn Aydin,  di 12’ê mijdara 2020’an de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna yekemîn a doza Aydin di 15’ê çileyê de hat dîtin. Li gel ku ji ber herikîna mêjî rapora wî ya ji sedî 44 a astengdariyê heye jî Aydin nehate berdan.   REWŞA WÎ GIRAN DIBE    Rewşa tenduristiyê ya Aydin roj bi roj nebaş dibe. Di nava 67 rojên dîlgirtinê de 3 caran testa vîrûsa koronayê lê hate kirin. Karantînaya 3'emîn a Aydin dewam dike û li gorî agahiyan wê di 21'ê çileyê de wî bibin qawişê.   Malbata Aydin ku bi rêya telefonê pê re axivî, diyar kir ku di karantînayê de pirtûk û malzemeyên paqijiyê nadin wî. Malbatê ragihand ku Midûriyeta Polisan a Xorasanê li wan geriya ye û Aydin vexwendine îfadeyê.