Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin 2021-01-19 11:07:03   ŞIRNEX - Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê duh ji ber koronayê koça dawî kir li Şirnexê hat veşartin.    Dengbêjê navder ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû, 7 roj berê bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketibû û ji ber vê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat tedawîkirin. Lê belê duh rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Dengbêj Cemalê Mihê li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxileyên tibî jî jiyana xwe ji dest dabû.    Cenezeyê Dengbêj Cemalê Mihê îro ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve li Goristana Kendalê ya li navenda Şirnexê hat veşartin.