Sûra dîrokî bi berfê xemilî 2021-01-19 10:35:21 AMED – Li navçeya Sûrê ya dîrokî jî barîna berfê her dever xemiland û cihên dîrokî û dar û ber di bin berfê de man.    Li Amedê û bajarên derdorê nîvê şevê barîna berfê dest pê kir û berdewam dike. Li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê jî her dever bi berfê xemilî. Berfê li cihên dîrokî xweşikiya xwe nîşan da. Ji ber barîna berfê peyarêyên li Sûrê hatin girtin. Esnafan ber deriyên xwe paqij kirin. Welatî û wesayît jî ji ber rê hatibûn girtin bi zehmetiyan re rûbirû man.    Li hin deveran wesaît şemitîn û li hev qelibîn û ev bû sedema ziyanên madî.   Berfê kêfa zarokan jî anî û zarok têra dilên xwe leyîstin.    Hin tablevan û boyaxvanên solan li ser Kolana Gazî ya Sûrê tevî sermayê jî li benda mişteriyên xwe bûn.