Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt 2021-01-19 09:51:51   DERSÎM – Barîna berfê ya li Dersîmê rêya 143 gundan li çûn û hatinê girt.    Li herêmê barîna berfê ku çend roj berê dest pê kir didomne. Li Dersîmê jî barîna berfê didome. Barîna berfê ku berê li navçeyên Dersîmê dest pê kir, li navenda Dersîmê jî zêde bû. Bajar ji ber barîna berfê bi rengê sipî xemilî. Ji ber barîna berfê 11 gundên girêdayî navendê, 40 gundên girêdayî Pilumoriya, 26 gundên girêdayî Pilûrê, 21 gundên girêdayî Qislê, 18 gundên girêdayî Mazgirtê,  13 gundên girêdayî Xozatê, 10 gundên girêdayî Pêrtekê û 4 gundên girêdayî Çemîşgêzekê bi giştî rêya 143 gundan ji ber barîna berfê li çûn û hatinê hatin girtin.