Berfê Amed spî kir 2021-01-19 09:42:21 AMED - Li Amedê berfa ku di saetên serê sibê de dest pe kir, bajêr spî kir. Li Amedê, berfa ku di saetên serê sibê de dest pê kir bajêr bi rengê spî xemiland. Tê payîn ku barîna berfê heta êvarê bidome. 15’emîn Miduriyeta Meteorolojiyê ya Heremê,  ji bo Amed û bajarên aliyên wê yên bakur Mêrdîn, Riha, Sêrt, Batman, Çewlik û aliyên wê yên başûr hişyariya barîna berfa zêde kir.   Meteorolojiyê, li gel barîna berfa zêde, li dijî qeresîn û cemedgirtinê jî hişyarî kir. Barîna berfê ya li bajêr li hin cihan 10 santîmetreyan derbas kir.