Bê nasname ye! 2021-01-19 09:14:49 EDENE - Rojîn Mahmoûd ku ji Qamişloyê hatiye Edeneyê û 10 sal berê zewiciye, ji ber presedura fermî nayê xebitandin û ji ber ku belgeyên wê hatine dizîn, nikare bibe welatiya Tirkiyeyê. Her wiha Îdareya Koçberiyê nasnameya demborî jî nadê û ji ber vê nexweşxane jî di nav de nikare sûdê ji tu mafî bigire.  Rojîn Mahmoûd (30) ku di sala 2010'an de ji Qamişlo hatiye Edeneyê cem bavê xwe yê li Taxa Daglioglûyê, di sala 2011'an de belgeya îkmaetê wergirtiye û zewiciye. Lê belê di sala 2017'an de gava ji bo geştê çûye Stenbolê, çenteyê wê yî ku belgeyên wê yên fermî tê de jê hatiye dizîn. Ji wê rojê heya niha hewl dide nasnameya parastinê wergire. Lê belê Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ya Edeneyê belgeyê nade wê.    Mahmoûd, anî ziman ku di Cotmeha 2010'an de hatiye Edeneyê û du zarokên wê hene û nasnameya her du zarokên wê jî heye. Mahmoûd, bilêv kir ku piştî ku çenetyê wê yê nasnameya wê ya Sûriyeyê, belgeya wê ya îkametê, nasnameya wê ya zewacê, telefon û pasaporta wê de hatiye dizîn, çûye qereqolê û got: "Çûm cem polîsan. Lê giliya min esas negirtin. Gotin, 'Em bi tiştên werê re eleqedar nabin.' Dû re çûm dozgeriyê. Min gilî kir, lê belê tiştek jê derneket. Ji wê çaxê heya niha belgeyeke min a fermî tune ye. Îdareya Koçberiyê di sala 2018'an de nasnameya parastinê ya demborî da min. Lê 3 sal in ji bo nasnameya demborî randevûyê digirim. Berê 183 bû, dû re bû 157. Digerim, lê bersivê nadin an jî dibêjin 'dor tuneye.'"    Mahmoûd, destnîşan kir ku hem çûye Midûriyeta Îdareya Koçberiyê hem jî çûye Sefirxaneya Sûriyeyê ya li Tirkiyeyê, lê belê tiştek jê re negotine. Mahmoûd, bilêv kir ku di 18'ê Çileyê (duh) çûye Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ya Edeneyê lê belê xebatkaran heqaret lê kiriye û got: "3 sal in ji ber ku nasnameya demborî tune ye nikarim biçim nexweşxaneyê. Bavê min û zarokên min welatiyên Tirkiyeyê ne. Ji sala 2011'an ve bi awayekî fermî zewicandîme. Lê belê destûra welatîbûnê nadin. Ji ber vê bi zor û zehmtiyan re rû bi rû dimînim. Çend roj berê gava ji Ceyhanê dihatim Edeneyê, polîsan em dan sekinandin. Gotin, 'Em careke din te bênasname bibînin em ê te binçav bikin.' Ma sûcê min e? Sê sal in ev zilm li min tê kirin."    Mahmoûd, xwest mafên wê bidin wê.    MA / Hamdûllah Kesen