Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin 2021-01-19 09:14:18   WAN - Kesên ku di sala 2018'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, xwestin xwedî li çalakiya girtiya derkevin û gotin: "Daxwaza girtiyan daxwaza me ye jî."    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin ji 27'ê Mijdarê ve didomin. Niha koma 11'an di greva birçîbûnê de ye. Kenan Kara û Ayhan Kaçak ku gava girtîbûn, tev li çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an bûbûn, anîn ziman ku daxwazên wan û daxwazên çalakgerên niha heman daxwazin.    'QÎRÎNA LI DIJÎ BÊHIQÛQÎTIYÊ'    Kenan Kara gava di Girtîgeha Bafra ya Samsûnê ya Tîpa T'yê de bûye û di sala 2018'an de li dijî tecrîdê 90 rojî di greva birçîbûnê de maye, diyar kir ku heger daxwazên girtiyan bên qebûlkirin dê pirsgirêkên li welêt jî çareser bibin. Kara, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê qîrnek e li dijî bêhiqûqîtiyê û got: "A rast grevên birçîbûnê û 'Em jiyaneke çawa dixwazin, jiyaneke bê şer dê çawa pêkan e, li dijî binpêkirinan em ê çawa karibin çareseriyekê peyda bikin' girêdayî hev in. Hevalên li girtîgehê li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan berpirsiyarî girtin. Tu her roj bedena xwe didî ber birçîbûnê û bedena te dihele. Ev pir girîng e û zehmet e."    ARMANCA KESÊN DI GREVÊ DE'    Kara, destnîşan kir ku ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, divê tu kes xw eli bêdengiyê daneyne û got: "Ên niha di greva birçîbûnê de ne, li tenduristiya xwe nafikirin. Tenê pêşeroja gelê xwe, azadiyê û tecrîda li he rçar perçeyî difikirin. Divê bê dîtin ku ji bo pêşeroj û azadiya mirovan ketine greva birçîbûnê. Di greva birçîbûnê ya beriya vê de 8 kesî jiyana xwe ji dest de. Helbet ev mirin, ji bo jiyaneke birûmet bû. Bêdengî mirin e, lewma divê her kes dengê xwe bilind bike."    ‘DAXWAZA GEL E'    Ayhan Kaçak ku gava di Girtîgeha Wanê de bûye di sala 2018'an de 87 rojan di greva birçîbûnê de maye, anî ziman çalakiya wan bi ser ketibû. Kaçak, bibîr xist ku wê çaxê hikûmetê soz dabû ku dê deriyên Îmraliyê veke û got: "Lê niha cardin pirsgirêk û cardin li girtîgehan zext û zorî didomin. Ji ber ku ev pirsgirêk nehatin çareserkirin grevên birçîbûnê dest pê kirin. Daxwazên girtiyan, daxwazên gel in. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, divê rayedar gavina bavêjin."    Kaçak got: "Girtî dixwazin tecrîd û zext û zoriyên li girtîgehê bi dawî bibin. Kesên ku dibêjin 'ez demokrat im' û doza azadiya gelan diki, divê dengê xwe li dengê vê çalakiyê zêde bikin. Divê cardin kes nemire."