Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin 2021-01-19 09:13:04 ENQERE – Endamên jin ên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê anîn ziman ku hin kesên ku îdia kirine polîsên gef li wan xwarine û sîxurtî li wan ferz kirine. Ciwanan got: "Wê têkoşîna me her berdewam be."  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2018'an de li 160 kesî, di sala 2019'an de li 150 kesî û di deh mehên ewil ên sala 2020'an de jî li 160 kesî sîxurtî hatiye ferzkirin û gef hatine xwarin. Endamên jin ên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ezgî Orak û Hatîce Aras jî bi van pêkûtiyan re rû bi rû mane.    Xwendekara zanîngehê Ezgî Orak, anî ziman ku di 27'ê Mijdara 2020'an de bi hinceta îxbarekê hatiye binçavkirin û piştî vê binçavkirinê zext û zorî zêde bûne. Orak, destnîşan kir ku di bin çavan de gef lê hatine xwarin û gava heftê du caran ji bo îmzeyê derê qereqolê gef lê tên xwarin. Orak, diyar kir ku gava îmze avêtiye polîsan jê re gotiye "were em biaxifin" û got: "Polîs, her roj mudaxileyî jiyana me ya taybet dikin. Dixwazin xebatên hevalên me îllegalîze bikin û agahiyan ji wan wergirin. Wekî ku xebatên me yên ciwanan sûc bin, tevdigerin. Ji lewra baş bi hêza ciwanan dizanin."    ‘EM BI ARMANCA WAN DIZANIN'    Orak, destnîşan kir ku polîs hêzê ji îqtidarê distînin û got: "Mixabin em bi tahde û tacizên polîsan re rû bi rû dimînin. Em bi armanca wan dizanin. Ew jî baş dizanin polîtîkaya sîxurtiyê bi kêrî tiştekî nayê. Ji lewra eşkere ye ku em çi dikin, lê polîs dixwaze vê yekê îllegalîze bike û ji ber vê li her derî bi zext û zoriyan bi ser ciwanan de diçe."    ‘JI BER KU EM TÊDIKOŞIN HEDEF TÊN GIRTIN'    Orak, anî ziman ku ciwan dê ji ber van polîtîkayên îqtidarê dev ji têkoşînê bernedin û got: "Dixwazin ciwanan biqedî nin. Tişta dikin dijî hiqûqê ye. Bi van kirinan em dibînin bê hiqûq çi qasî berbay,î siyasetê hatiye kirin."    ‘GEFAN DIXWIN'    Hatîce Aras jî anî ziman ku di fabrîkeyeke tekstîlê de dixebite û polîs her roj rêya wê dibirin. Aras got: "Tim tên, dibêjin em dixwazin bi te re biaxifin. Wexta qebûl nakim û bertek nîşan didim, vê carê gefan dixwin, heqaretan dikin û dibêjin 'Em ê we bigirin, em tim li dû we bin, di nêz de em li benda te ne, were qereqolê. Hevalên te çi dikin?'"    Aras, destnîşan kir ku bi vî awayî tê xwestin ku Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bê îllegalîzekirin û got: "Lê em ê nehêlin ku partiya me îllegalîze bikin."    ‘EM Ê BITÊKOŞIN'    Aras, anî ziman ku hemû kesên muxalif leqayî vê polîtîkaya zext û zoriyê dibin û got: "Ji bo ev zilm biqede, îqtidara heyî divê biguhere. Ev jî bi rêxistinbûyîn û piştevaniya ciwanan pêkan e. Em ê her tim li hemberî zilm, gef û rejîma çewsîner bitêkoşin. Wê têkoşîna me he rberdewam be."